11:17 24 Gulan 2018
    Dêra Zorê

    Misir: Dibe em ê hêzekê bişînin Sûriyeyê

    © AP Photo /
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rojnameya El Ehramê ya Misirê ragihand ku Wezîrê Derve ya Misirê Semîh Şukrî gotiye ku Wezîrê Derve yê Semîh Şuhrî diyar kiriye ku ihtimala şandina hêzên erebî bo Sûriyeyê heye.

    Şukrî derbarê rewşa li Sûriyeyê de axiftiye û diyar kiriye ku şandina hêzên erebî bo Sûriyeyê pêkan e û wiha dewam kiriye: "Ew mesele pêkan e. Ev ne tenê li ser asta ragihandinê tê gotin lê herwiha di nîqaş û danûstendinê li ser asta navdewletî jî tê gotin."

    Wezîrê Misirê gotiye: "Guhertina leşkerên li Sûriyeyê bi leşkerên erebî di nav ihtimalan de ye."

    Medyaya Amerîkayê ragihandibû ku Serokê Amerîkayê Donald Trumpî hewl dide, hêzeke erebî damezirîne da ku şûna hêzên Amerîkayê yên li Sûriyeyê bigire.

    Rayedarên Federasyona Bakurê Sûriyeyê diyar kiribû ku ew dê vê pêşniyarê qebûl bikin, eger ew hêz di bin sîwana hevpeymaniya nadewletî de werin.

    Herwiha Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmedê derbarê şandina hêzên erebî bo herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) de axift û diyar kir ku hîn tiştek ji wan re nehatiye gotin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Pergaleke nû ya parastin di demeke nêz de bo Sûriyeyê tê şandin
    'Dibe Erebistana Siûdî û Tirkiye li Sûriyeyê rûbirûyî hev bibin'
    'Îsraîl dê hewl bide şandina S-300ê bo Sûriyeyê asteng bike'
    Sewqîyatên Îranê yên bi guman bo Sûriyeyê bû sedema metirsiyê
    Erebistana Siûdî ji Qatarê daxwaz kir ku leşkerên xwe bişîne Sûriyeyê
    Cudahiya Trump û Macronî di mijara Sûriyeyê de çi ye?
    Etîketan:
    Îlham Ehmed, Semîh Şukrî, Donald Trump, Dêra Zorê, Sûriye, Misir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de