01:36 26 Gulan 2018
Mîxferên Spî

Amerîkayê alîkariya pereyan a ji bo Mîxferên Spî rawestand

© AFP 2018 / AMER ALMOHIBANY
Sûriye
Lînkê kurt
0 10

Koma ku pêşiyê bi navê Parastina Sivîl a Sûriyeyê, ku bi El Nûsra re têkildar bû, hat avakirin û paşê navê Zûxên Spî li xwe kirin, daxuyand ku Amerîkayê piştgiriya pereyan a ji bo wan qut kiriye.

Serokê Mîxferên Spî Raed Salih ji bo kanala televîzyonê ya bi navê CBSê axivî û got, piştgiriya Amerîkayê ji sê paran pareke budeceya Zûxên Spî pêk dianî lê di van hefteyên dawî de ev alîkarî hatiye birîn. Salih got, lê heta beriya 2 mehan jî şandeya wan a çû Washingtonê ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ve gelekî baş hat pêşwazîkirin.

REWŞÊ DI BER ÇAVAN RE DERBAS DIKIN

Read Salih ragihand ku rayedarên payebilind ên Amerîkayê di meha adarê de soz dabû ku wê heta sala 2020a alîkariyê bidin lê niha jî ji Washingtonê ti pere nayên û got, Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji wan re gotiye, ew rewşê niha di ber çavan re derbas dikin.

LI BENDE PEJIRANDINA TRUMP E

Serokê Mîxferên Spî anî ziman ku tenê ji bo çend mehan pereyên wan maye û rayedarekî din ê rêxistinê got, "Ev rewşeke gelekî bi fikar e."

Li gorî nivîseke navxweyî ya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li ser biryara rawestandina hemû fonên ji bo Mîxferên Spî heta 15ê Nîsanê ji rêveberiya Trump teyit hatiye xwestin.

Di 7ê Nîsanê de ji navçeya Dûmayê ya bi ser Xûtaya Rojhilat ve îdiaya êrîşa kîmyewî ya Mîxferên Spî hatibû û vîdeoyek weşandibû ku tê de dihat gotin, hikûmeta Sûriyeyê êrîşa kîmyewî pêk aniye lê ew video nerast derket.

Bi heman mijarî:

Rûsya: Divê kurd jî di pêşeroja Sûriyeyê de bibin xwedî rol
‘Îran naxwaze ku desthilatdareke kurdî li Sûriyeyê çêbibe'
Balafira şer a rûs Su-30SM li Sûriyeyê ket
Lavrov: DYA bi armanca parçebûna axa Sûriyeyê tevdigere
Tehran: Divê Tirkiye leşkerên xwe ji Sûriyeyê vekişîne
Etîketan:
Mîxferên Spî, Read Salih, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de