21:01 22 Gulan 2018
    Hêza taybet a YPGê- YPG

    YPG: Di êrişê de fermandarek û 3 çekdarên ASAyê hatin kuştin

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 60

    Hat ragihandin ku di çalekiyeke şervanên Yêkîneyên Parastina Gel (YPG) li Efrînê li hemberî çekdarên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) de fermandarek û 3 çekdar hatin kuştin.

    Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li ser malpera xwe ya fermî derbarê çalekiyeke li hemberî çekdarên ASAyê de daxuyaniyek weşand. Li gor daxuyaniya YPGê, li Efrînê di çalekiyeke li hemberî ASAyê de fermandarê bi navê Ebû Xalid el-Zexlûl û 3 çekdarên din hatin kuştin.

    YPGê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Di çarçoveya pêngava duyemîn a berxwedana serdemê li Efrînê de yekîneyên me YPG û YPJ, çalekiyên bibandor li dijî çekdarên ASAyê li dar xistin. Piştî şopandinek çend rojan ji aliyê yekîneyên taybet ên hêzên me, fermandarê bi navê Ebû Xalid El-Zexlûl (Cemal) di çalekiyeke ku yekîneyên me pêkanîn de hat kuştin."

    YPGê di dirêjiya daxuyaniya xwe de got: "Hêzên me duh di saet 19:00an de erebeya Ebû Zexlûl li herêma di navbera gundê Kurzêlê û Basûtê de armanc girtin. Erebeya wî bi awayekî serkeftî hat rûxandin û Ebû Zexlûl hat kuştin. Piştî ku çalekî bi serket, çeteyên Feyleq El-Şam çûn cihê bûyerê, yekîneyên me ew jî armanc girtin û 3 çekdar hatin kuştin û wan hat rûxandin."

    Bi heman mijarî:

    Li Brîtanyayê biraziyê wezîrê kevin ji ber YPGê hat binçevkirin
    ‘Berpirsekî êrişa 11ê Îlonê ya li dijî Amerîkayê di destê YPGê de ye'
    Pentagonê di budceya Amerîkayê ya sala 2019a de ji bo YPGê piştgirî xwest
    YPGê êrişê navendeke Artêşa Tirkiye û ASAyê kirin: Mirî û birîndar hene
    YPGê li hemberî noqteya leşkerî çalekî li dar xist: Kuştî û birîndar hene
    ‘Şerê Tirkiyê yê YPGê xeleka nû ya tevdana Amerîka ya şerê Sûriyê ye’
    Etîketan:
    ASA, YPG, Efrîn, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de