07:05 26 Gulan 2018
Efrîn - Komên çekdar ên artêşa Tirkiyeyê piştgiriya wan dike

‘Du komên çekdar li ser mal û milkê Efrîniyan bi hev ketin: 4 kuştî’

© REUTERS / Khalil Ashawi
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku li bajarokê Cindirêsê yê ser bi herêma Efrînê de, di navbera du komên çekdarên tevî artêşa Tirkiyeyê ketine Efrînê de, şer derketiye.

Li gor nûçeya Rûdawê ku dispêre çavkaniyên xwecihî, bûyera şer doh piştî nîvro qewimî ye grûbên çekdar ên bi navên, Ehrar el-Şerqiye û Ehrar el-Şam li bajarokê Cindirêsê li ser parvekirina mal û milkê xelkê şerê hev kirine.w

Çavkaniyan ragihandiye ku di encama şer û pevçûnan de, 4 çekdar ji her du grûban hatine kuştin.

Hat diyar kirin ku sedema şer nakokiya li ser dabeşkirina mal û milkê xelkê Cindirêsê bûye ku beriya niha jî li ser parvekirina mal û milkê Efrîniyan komên çekdar şerê hev kiribûn.

Bi heman mijarî:

HAK-PAR: Em dê bi namzedên serbixwe beşdarî hilbijartinan bibin
Li Efrînê leşkerekî tirk di teqînê de can da, yek jî birîndar bû
YSK: Ji serlêdanên 7 namzedên serokomariyê 4 hatin qebûlkirin
Serokê FIFAyê: Di warê amadekariyên Kûpaya Cîhanê ya 2018an de nêrînên pisporan erênî ne
Pûtîn û Înfantîno pasaportên xwe yên alîgiriyê yên Kûpaya Cîhanê wergirtin
Scaramucci: Bila kurd bizanin ku Amerîka dengê wan dike
Etîketan:
Komên çekdar li Efrînê, Sûriye, Efrîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de