04:26 28 Gulan 2018
HSD

‘HSD bi artêşa Iraqê re amadekariya operasyona hevbeş dike’

© AP Photo / Syrian Democratic Forces
Sûriye
Lînkê kurt
0 20

Hat îdiakirin ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) digel artêşa Iraqê amadekariya operasyoneke hevbeş li dijî DAIŞê li sînorê Sûriye-Iraqê dike.

Li gor raportên medyayî HSDê bi daxuyaniyekê ragihandiye ku ew dê ligel artêşa Iraqê li sînorê Sûriye-Iraqê operasyoneke hevbeş li dijî DAIŞê pêk bînin ku Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî jî piştgiriya hewayî dikin.

Herwiha tê diyarkirin ku ji ber operasyona Tirkiyê ya Efrînê ew operasyona hevbeş a HSD û Iraqê hatiye paşxistin, lê niha biryar hatiye wergirtin operasyon destpê bike.

Li gor çavkaniyan dê Heşda Şeibî jî li ser erda Iraqê piştgiriya operasyonê bike.

Bizavkarekî bi navê Îbrahîm Xelîl ji Dêrazorê ragihandiye ku ji bo operasyonê cebilxane gihîştine topxaneyên Fransayê.

Li gor nûçeya Al Masadarê roja yekşema borî êvarê Heşda Şeibî êrîşek biriye ser armancên DAIŞê yên li başûrê Hesekê.

 

Bi heman mijarî:

Li Amerîkayê balafireke leşkerî ket
Dîmênên Lîmûzîna ‘Kortej’ a Pûtîn hatin tomarkirin
Mike Pompeo sond xwar
‘Tifaqa Kurdistanî' serdana Huda-Parê kir
Brîtanya li xwe mikur hat ku di encama êrişa hewayî de kesekî sivîl hatine kuştin
Demirtaş: Hemû heskerên HDPê dikarin bibin parlementer
Lêçûyînên Artêşa Rûsyayê piştê 19 salan kêm bû
Etîketan:
operasyon, DAIŞ, Iraq, Sûriye, HSD
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de