07:10 26 Gulan 2018
Li navenda Efrînê leşkerên tirk û şêniyên bajêr

'202 malbatên ereb li Efrînê hatin bicihkirin'

© REUTERS / Khalil Ashawi
Sûriye
Lînkê kurt
0 01

Hat diyarkirin ku 202 malbatên ereb ên din, ku ji Xûtaya Rojhilat in, li bajarokê Mabata yê bi ser Efrînê ve hatine bicihkirin.

Li gorî nûçeyeke Rûdawê çavkaniyekî ji bajarokê Mabatayê daye zanîn ku 202 malbatên ereb ên din ji Xûtaya Rojhilat ji bo wê bajarokê hatine şandin û li wir hatine bicihkirin.

Hat diyarkirin ku heman çavkaniyê diyar kiriye serjimara wan 202 malbatên ereb, bi tevahî 885 kes in û gotiye li wê bajarokê 360 malbatêb kurd hene û bi tevahî serjimara wan jî 900 kes in.

Hêjayî gotinê ye ku ji dema leşkerên artêşa tirk û komên çekdar ên bi piştgiriya wan ketin Efrînê û vir ve, bi sedan malbatên ereb ji bo Efrînê hatine şandin û li herêma Efrînê hatine bicihkirin.

Bi heman mijarî:

'Komên çekdar ên bi piştgiriya Tirkiyeyê li Efrînê medyakarekî kurd bi zorê digire'
Hevseroka Efrînê: Hîn kesî bersiva me nedaye
'70 malbatên ereb ên din li Efrînê hatin bicihkirin'
KRE: 5 hezar malbatên ereb li herêma Efrînê hatin bicihkirin
Rûsya: Ji milîtan û malbatên wan 117 kes ji bo Efrînê hatin şandin
'130 malbatên ereb li Efrînê hatin bicihkirin'
Etîketan:
bicihkirin, malbatên ereb, Efrîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de