17:06 24 Gulan 2018
    Li Sûriyeyê çalakîyên protestoyê yên li dijî êrişên koalîsyona bi serkêşîya DYAyê

    Sûriyeyê bangi kir ku hêzên amerîkî yên din ên ne meşrû ji welatî derkevin

    © AP Photo / Hassan Ammar
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 01

    Wezareta Derve ya Sûriyeyê bangî Konseya Ewlekariyê ya NYyê kir ku hêzên Amerîkayê û hemû hêzên biyanî yên ne bi awayekî meşrû li welatî ne, ji Sûriyeyê derkevin.

    HSD
    © AP Photo / Jake Simkin, File
    Wezareta Derve ya Sûriyeyê nameyek derbarê komkujiyên ku Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ya Amerîka pêşengiya wê dike ji Sekreterê Giştî yê NYyê û serokê Konseya Ewlekariyê ya NYyê re şand.

    Herwiha wezaretê di nameya xwe de bombebarankirina gundê Fadilê yê başûrê Hesekê ji aliyê hevpeymaniyê ve bi bîr anî û ew wek komkujî bi nav kir.

    Di daxuyaniyê de hat gotin ku hevpeymanî bi awayekî birêkûpêk piştgiriyê dide bermayiyên DAIŞê û got: Piştî wê (wan bermayiyên DAIŞê) di çarçoveya milîstên veqetînxwaz ên sîxurên Amerîkayê yên li Heseke, Dêra Zor û Reqayê de dixebite ku ev jî teqez dike ku tekane armanca hevpeymaniyê ew e ku serwerî û yekîtiya axa Sûriyeyê lawaz bike û dema qeyranê dirêj bike."

    Di berdewamiyê de ji Konseya Ewlekariyê hat xwestin ku "tawan û şerê dijî mirovatiyê yê hevpeymanî li dijî gelê Sûriyeyê dike rawestîne û rê li ber dubarkirina wê bigire û xwest ku hebûna êrîşkar a hêzên amerîkî û hêzen biyanî yên bi awayekî ne meşrû li Sûriyeyê ne were bidawîkirin".

     

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Niyeta Amerîkayê tine ku ji Sûriyeyê vekişe
    Mogherini: Tekane çareseriya qeyrana Sûriyeyê, çareseriya siyasî ye
    Hevalbendiya Trump-Macron ku li ser wêrankirina Sûriyeyê hatiye avakirin
    Rûsya: OPCWê piştrast kir ku çekên kimyewî li wan depoyên li Sûriyeyê nehatine dîtin
    Rûsya: Pergaleke nû ya parastin di demeke nêz de bo Sûriyeyê tê şandin
    'Dibe Erebistana Siûdî û Tirkiye li Sûriyeyê rûbirûyî hev bibin'
    'Îsraîl dê hewl bide şandina S-300ê bo Sûriyeyê asteng bike'
    Etîketan:
    NY, Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, DAIŞ, Dêra Zor, Reqa, Hesekê, Amerîka, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de