18:07 21 Gulan 2018
    Idlib Xan Şêxûn Sûriye

    Xaça Sor: Em metirsîdar in ku li Sûriye li qadên bi bandor şerên çekdarî pêk bên

    Ammar Abdullah
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Komîta Navnetewî ya Xaça Sor ragihand ku rewşa Sûriye yê ber başiyê ve diçe lê îhtîmal heye ku li sînorên ku bandora 'leystikvanên gewre' lê heye şerê çekdarî dest pê bike.

    Serokê Komîta Navnetewî ya Xaça Sor Peter Maurer di civîna rojnamageran de di derbarê rewşa Sûriyê de axivî. Maurer anî ziman ku: Vê gavê li Sûriye qadên kontrolê ji alî Şamê, Tirkiyeyê û leystikvanên din yên gewre ve têne peydakirin. Lê belê bi giştî rewşa walêt ber bi başbûnê ve diçe.

    Peter Maurer da zanîn ku "Li gorî hizra min em nêzî xilazbunê ne, lê heger ku lîstikvanên mezin bikaribin ji vê rewşê lihevkirinekê ji bo bi dawîkirina şer bi dest bixin. Wakî din ihtimal e ku em li ser sînorên wan qadên bi bandor pevçûnên nû bibînin."
    Maurer, pêşbîn dike ku pevçûnên bi vî rengî rewşeke pir xeter derbixe, rewşa xeter di vir de ye ku qadên bi bandor êdî ne aram in û ji nişkê ve dikarin bibin sînorên şerên çekdarî.

    Peter Maurer diyarkir ku di demeke nêz de li Sûriye fokusa alîkariya mirovî bê guhertin, ango ji hewçedariyên bi lezgîn ber bi pêdiviyên demdirêjî yên nişteciyên herêmê ve. Ev tê wê wateyê ku rewş li walêt ber bi başbunê ve dimeşe

    Bi heman mijarî:

    Wezîrên G7ê: Tevgerên Rûsyayê yên li Sûriye û Ûkraynayê nayên qebûlkirin
    Yûnanistanê hişyarî da Tirkiyeyê: Em ne Sûriye û Iraq in
    ‘Hêzên Fransayê di êrîşa li ser Sûriye de rastê kêşeya hat’
    Ryabkov: Hemû çekên kîmyevî yên Sûriye bi awayeke baldar hate îmhakirin
    Etîketan:
    xaça sor, sûriya, rewş, SÛRIYE
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de