01:36 26 Gulan 2018
Hesekê

Teqînek li Hesekê çêbû: Sê zarokan jiyana xwe ji dest da

© AFP 2018 /
Sûriye
Lînkê kurt
0 01

Medyaya herêmî ragihand ku mayinek li nêzîkî Pira Spî ya başûrê rojavayê Hesekê teqiyaye û di encamê de sê zarokan jiyana xwe ji dest daye û 7 jî birîndar bûne.

Ajansa SANAyê ragihand ku di encama teqîna mayinekê de zarokek hatiye kuştin û 7 kes jî birîndar bûne. Li gorî nûçeyê, teqîn li Taxa Neşwayê ya rojavayî ya pêk hatiye.

Herwiha hat ragihandin ku ew mayin di demeke wiha de teqiyaye ku zarok li cihê bûyerê bûn.

Ambûlans
© AFP 2018 / BULENT KILIC
Ji aliyê din ve, ANHAyê ragihand ku 3 zarokan jiyana xwe ji dest daye û 7ên din jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyên destpêkê, teqîn saet 11:45 pêk hatiye.

Nav û tememê zarokên ku jiyana xwe ji dest daye wiha ne: Hemûd Ehmed El-Hisên (6), Salihd El-Şihade (10) Mûna El-Sadiq (10).

Birîndar jî ev: Hisên Ehmed (6), piyê wê yê rastê hat jêkirin, Mehmûd El-Xidir (12) parçe derbasî mejiyê bûn, Hacer Ehmed (11), Macid El-Hisên (10), Xewla Ebid Selmo (13) û Rîm Şihadê (15) û nasnameyê zarokê din nehat zanîn.

Hîn Asayîşa Rojava ti daxuyanî derbarê bûyerê de nedaye.

 

Bi heman mijarî:

Serokatiya Herêmê Kurdistanê ji bo Hesekê daxuyanî da
Herêma Kurdistanê ji bo birîndarên Hesekê wê zêdetirî 5 ton derman bişîne
PSKê êrîşa Hesekê şermezar kir û bangî PYDê kir: Li pêşiya Pêşmergeyên Roj nebin asteng
Peyama Mesrûr Barzanî ji bo Hesekê: Bibin yek
Hejmara kurdan ya li Hesekê kêm dibe
Etîketan:
Teqîna li Hesekê, teqînên li Hesekê, teqîn, Rojava, Hesekê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de