05:30 22 Gulan 2018
    hêzên ereb-bakurê Sûriyê

    PYD: Amerîka dixwaze dewletên ereb li Sûriyê bi cih bike

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Yek ji wan rêvebirê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ewwas Elî di derbarê geşedanên dawî yên li Sûriyeyê ji Sputnikê re axivî. Elî “Amerîka dixwaze dewletê ereb li Sûriyeyê bi cih bike.”

    Hikmet Durgun

    Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî di axaftineke xwe ya bi çapemeniya erebî de anî ziman ku "eger hêzên ereb di bin şemsiya Hêzên Hevpeyman de li Sûriyê di şûna Amerîkayê de cih bigirin em amade ne ku bi wan re hevkariyê bikin."

    Li gorî agahiyên ku Sputnikê ji çavkaniyên HSDê bi dest xistin, koalîsyona ereb li hev kirine ku di bin fermandariya Erebistana Siûdî de hezên xwe bişînin Bakurê Sûriyeyê, lê belê Misir û Urdun xwe nadin ber leşkerşandinê.

    Di derbarê mijarê de Ewwas Elî destnîşan kir ku: Li gorî agahiyên ku m e bi dest xistine, her çiqas ku hê nehatibe asteke fermî jî, Amerîka dixwaze ku li bakûrê Sûriyeyê hêzên Ereb bi cih bike. Amerîka ji bo demên pêş hesabê xwe dike. Elî di dewamiya axaftina xwe de da zanîn ku Amerîka dixwaze dewletên ereb li gel xwe bibîne, lewra bi vê awayê Tirkiye jî Sûriye jî wê ji Amerîkayê re deng nekin.

    Ewwas Elî di dwaiya axaftina xwe de anî ziman ku "di derbarê mijara hatina hêzên ereb de me wek PYD hê tu daxuyaniyekê fermî nedaye. Daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump yên di derbarê Sûriyê de her roj diguherin.

    Tê zanîn ku roja îro li rojavayê Sûriyeyê 5 hezar leşkerên Amerîkayê, 250 heb jî leşkerên Fransayê hene.

    Bi heman mijarî:

    Wezîrên G7ê: Tevgerên Rûsyayê yên li Sûriye û Ûkraynayê nayên qebûlkirin
    Yûnanistanê hişyarî da Tirkiyeyê: Em ne Sûriye û Iraq in
    ‘Hêzên Fransayê di êrîşa li ser Sûriye de rastê kêşeya hat’
    Ryabkov: Hemû çekên kîmyevî yên Sûriye bi awayeke baldar hate îmhakirin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de