20:50 20 Gulan 2018
    Artêşa Sûriyeya Azad (ASA)

    'Komên çekdar ên bi piştgiriya Tirkiyeyê li Efrînê medyakarekî kurd bi zorê digire'

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat diyarkirin ku medyakarê Kurd ê ji xelkê bajarê Efrînê yê Rojava Ehmed Şefîh Bîlal, ev zêdetirî 2 hefteyane winda ye û ti agahî ji wî tune ye.

    Li gorî nûçeyeke Rûdawê, ku spartiye çavkaniyên herêmî, piştî artêşa tirk û komên çekdar ên bi piştgiriya Tirkiyeyê ketin Efrînê, komên çekdar zor li medyakar Ehmed Şefîh Bîlal kiriye û nehiştiye ew ji cihê xwe bi dereke din ve biçe.

    Hat diyarkirin ku wan çavkaniyên herêmî gotine ev 15 roj in agahî ji Ehmed Şefîh Bilal nayê girtin û ew komên çekdar jî debarê rewşa wî û cihê wî de ti agahiyan nadin.

    Ehmed Şefîh Bilal li Efrînê bi hinek ajansên navdewletî yên nûçeyan re dixebitî.

    Bi heman mijarî:

    Hevseroka Efrînê: Hîn kesî bersiva me nedaye
    Hevseroka MSDê: Aliyên navdewletî ji bo Efrînê soz dane
    ENKS: Bila hêzên Tirkiyeyê û komên çekdar ji Efrînê derkevin
    Ji MSDê bangewaziya Efrînê: Rapora binpêkirinan ji NYyê re tê şandin
    Etîketan:
    Medyakarê kurd, Ehmed Şefîh Bîlal, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de