01:37 26 Gulan 2018
Koçberên Efrînê - 19 Adar 2018

Hevseroka Efrînê: Hîn kesî bersiva me nedaye

© AFP 2018 / GEORGE OURFALIAN
Sûriye
Lînkê kurt
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (527)
0 0 0

Hevseroka Kantona Efrînê Hêvî Mistefayê ragihand ku hîn ti bersiv ji aliyên navdewletî ji bo nameyên xwe yên derbarê rewşa Efrînê de wernegertine.

Li gorî medyaya herêmî, Mistefayê gotiye ku "bêdengî li himberî wan binpêkirin û komkujiyan heye yên ku Artêşa Tirkiyeyê û komên pê re li ser gelê Efrînê pêk tîne ku bi hezaran sivîl kuştine, birîndar û aware kirine."

Mistefayê got ku "wan name ji Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê û rêxistinên hiqûqî, yên mafên mirovan û komara erebî re şandine û di wan nameyan de gotiye ku "Tirkiye mafê gelê Efrînê bin pê dike û komkujiyan derheqê wan de pêk tîne û herwiha me behsa planên Tirkiyeyê yên heft salên qeyrana Sûriyeyê û guhertina demografîk ya li Efrînê diqewime kiriye".

Herwiha rayedara kurd îdîa kir ku "Tirkiye bi bicîkirina malbatên Xûta û Qelemûnê hewl dide fitneyê di nav gelê Sûriyeyê de biçîne û dixwaze Sûriyeyê perçe bike."

Mistefayê teqez kir ku hîn ti aliyekî navdewletî bersiv nedaye wan nameyên wan û "bêdengî li himberî rewşa Efrînê heye".

Mijar:
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (527)

Bi heman mijarî:

TEV-DEM derbarê hebûna Tirkiyeyê ya li Efrînê daxuyanî da
Talana çekdarên ASAyê li Efrînê berdewam e
YE: Operasyona Efrînê rewşa mirovî ya li Sûriyeyê zehmettir kir
ASA: Em ji navenda Efrînê vekşiyan
Amerîka: Pêşveçûna Tirkiyê ya li Efrînê sekinî
Etîketan:
Yekîtiya Ewropayê, Neteweyên yekbûy, Hêvî Mistefa, Tirkiye, Sûriye, Efrîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de