17:07 24 Gulan 2018
    HSD

    Hevpeymanî: Em ê li ser piştgirî û baweriya bi HSDê berdewam bin

    © REUTERS / Rodi Said
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 30

    Piştî ku HSDê operasyona li dijî DAIŞê ya li bakurê Rojhilatê Sûriyeyê da destpêkirin, Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê teqez kir ku dê piştgiriya xwe û baweriya ya ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) berdewam bikin.

    Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) li hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek weşand û tê de got ku general James Jarrard gotiye: "em li ser wê yekê berdewam in ku em ê li gel hevparên xwe bin û teqez dikin ku dê hemû deverên DAIŞ digire azad bikin."

    Hevpeymaniyê di daxuyaniya weşandî de behsa destpêkirina operasyona HSDê kir ku ji aliyê HSDê ve hatibû ragihandin û got: "Sekna HSDê li ser DAIŞê gelekî giring e ji bo ku ev rêxistina terorîst a tawanbar bi awayekî berdewam were têkbirin."

    Herwiha hevpeymaniyê diyar kir ku li gel DAIŞ gelek wendahî dane jî lê hîn xwedan kapasîteyekê ye ku êrîşan pêk bîne û gefan li ser welatên herêmê û hevpeymanê pêk bîne.

    Hêjayî gotinê ye ku Berdevka Wezareta Karê Derve yê Amerîkayê Heather Nauertê jî duh ragihandibû ku Amerîka, hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê û hevparên herêmî dest bi operasyona rizgarkirina deverên dawî yên DAIŞê kiriye. Nauertê got, "eger êrîş li ser hêzên me yên hevpar çêbibin, em ê wan biparêzin."

    Bi heman mijarî:

    HSDê derbarê xistina helîkoptera Tirkiyeyê de daxuyanî da
    Navenda Ragihandinê ya HSDê, encama operasyona Efrînê bi raya giştî re parve kir
    Aqûbeta girtiyên DAIŞî yên di destê HSDê de wê çawa bibe
    HSDê îdîayên Artêşa Tirkiyeyê red kirin: Em li cihên sivîlan bi cih nabin
    Etîketan:
    HSD, DAIŞ, James Jarrard, Çemê Firatê, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de