07:06 26 Gulan 2018
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)

Rêvebirekî PYDê ji ber teqînê jiyana xwe ji dest da

© Sputnik / Hikmet Durgun
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku rêvebirekî PYDê Xalid Kûtê li bajarokê Bozanê di encama teqîna mayînekê de jiyana xwe ji dest da.

Rêvebirekî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di encama teqîna mayinekê de jiyana xwe ji dest da. Çavkaniyên herêmê ragihandin ku endamê Encûmena Giştî ya PYDê Xalid Kûtê, ji ber teqîna mayinekê jiyana xwe ji dest daye.

Li gor çavkaniyan, dema ku Xalid Kûtê li nav darên zeviyê xwe li bajarokê Bozanê (Eyn Îsa) digeriya, mayinek ji bermayên rêxistina terorîst a DAIŞê pêde teqiyaye û di encama wê bûyerê de, yekser canê xwe ji dest da.

Tê pêşbînîkirin ku îro termê Xalid Kûtê li bajarê Girê Sipî yê Rojavayê bê veşartin.

 

 

Bi heman mijarî:

Li başûrê rojava Balafira leşkerî ket: 5 mirî
Kevintirîn otobûsa herêma Cizîrê ya Rojava
Rêveberiya Rojava encamên şerê Efrînê bi raporekê eşkere kir
Pisporê rûs: Dewletên Rojava ji hevkariya Rûsya-Tirkiyeyê aciz in
Nesrallah: Êrîşa welatên rojava ya li hemberî Sûriyeyê bi ser neket
Etîketan:
PYD, Xalid Kûtê, Qamişlo, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de