04:31 28 Gulan 2018
Hûms

Milîtanên li Hûmsê kelehên xwe yên dawî bê şer diterikînin

© REUTERS / Omar Sanadiki
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Hikûmeta Sûriyeyê bi alîkariya Navenda Şopandina Agirbesta Sûriyeyê ya Rûsyayê, ji bo tehlîyekirina milîtanan ji bakurê Hûmsê û niştîngehên başûrê Hemayê bi lîderên komên tundre re li hev kir.

Ajansa Nûçeyan a Dewleta Sûriyeyê (SANA) ragihand, "Li gor pêşagahiyan, ji bo tehlîyekirina terorîstên li bakurê Hûmsê û başûrê herêma Hemayê peyman hat girêdan."

Li gor peymanê divê milîtan çekên xwe yên giran û bi giraniya navîn di nav 48 saetan de redestî artêşa Sûriyeyê bikin.

Tê çaverêkirin ku milîtanên peyman qebûl nekirine di nav 3 rojan de derbasî Idlib û Cerablûsê bibin û yên dixwazin bimînin jî bikev nav pêvajoyên rehabilîtasyonê.

Herwiha hemû komên tundre qebûl kirine ku xerîteyên deverên mayînkirî û depoyên cebilxaneyan bidin wan.

Li gor nûçeyê, dê li gor peymanê hemû deverên hatine rizgarkirin bikevin jêr kontrola artêşa Sûriyeyê û saziyên dewletê jî ji nû ve dest bi kar bikin.

Piştî rizgarkirina niştîngehên bakurê Hûmsê û başûrê Hemayê rêya bejahî ya Hûms-Hema piştî 6 salan dê were vekirin.

Etîketan:
Tehlîyekirina milîtanan, Hema, Hûms, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de