04:11 25 Gulan 2018
    Beşar Esad

    Esad: Li herêma me nexşeya cîhanê ji nû ve tê xêzkirin

    © REUTERS /
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad got, welatên rovajayî ji ber serkeftina me ya li hemberî terorê êrîşê me dikin.

    Esad bi Serokê Komîsyona Ewlehî û Poîtîkaya Derve ya Neteweyiya Îranê Alaeddîn Birûcurdî re hevdîtin pêk anî û ji bo sedemên êrîşa welatên rojavayî ya li hemberî Sûriyeyê got, welatên rojavayî ji ber serkeftina hikûmeta Sûriyeyê ya di têkoşîna li dijî terorîst û koêm çekdar de êrîşê Sûriyeyê dike.

    ‘EŞKERE YE KU NEXŞEYA CÎHANÊ JI NÛ VE TÊ XÊZKIRIN'

    Li gorî ragihandina ajansa fermî ya Sûriyeyê, SANAyê Esad got, "Bi awayekî eşkere tê dîtin ku nexşeya cîhanê li herêma me ji nû ve tê xêzkirin. Piştî têkşikandina komên çekdar ên bi piştgiriya welatên dijmin êrîşên li ser Sûriyeyê zêde bûne lê ev tenê dê daxwaza Sûriyeyê ya ji bo tunekirina terorê xurt bike."

    Beşar Esad diyar kir ku mafê xelkê Sûriyeyê ye ku serweriya welatê xwe biparêze û bi awayekî serbixwe ji bo siberoja xwe biryarê bide.

    ‘AMERÎKA Û HEVKARÊN WÊ LI SÛRIYEYÊ TÊK ÇÛNE'

    Piştî Esad Birûcurdî jî diyar kir ku piştgiriya Îranê ya ji bo Sûriyeyê wê berdewna bike û parast ku Amerîka û hevkarên wê li Sûriyeyê hatine têkbirin. Rayedarî îranî herwisa anî ziman ku êrîşa roja 14ê Nîsanê ya Amerîka, Brîtanya û Fransayê li hemberî Sûriyeyê bi ser neketiye.

    Bi heman mijarî:

    Wezîrên G7ê: Tevgerên Rûsyayê yên li Sûriye û Ûkraynayê nayên qebûlkirin
    Yûnanistanê hişyarî da Tirkiyeyê: Em ne Sûriye û Iraq in
    ‘Hêzên Fransayê di êrîşa li ser Sûriye de rastê kêşeya hat’
    Ryabkov: Hemû çekên kîmyevî yên Sûriye bi awayeke baldar hate îmhakirin
    Sûriye: Ev êrîşa hovane binpêkirina hiqûqa navdewletî ye
    Sûriye: Ger hatine pisporên kîmyewî dereng bikeve, berpirsyarî ya welatên Rojavayê ye
    Etîketan:
    Serokê Dewleta Sûriyeyê, Beşar Esad, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de