14:17 23 Gulan 2018
    Artêşa Tirkiyeyê li Efrînê

    Hevseroka MSDê: Aliyên navdewletî ji bo Efrînê soz dane

    © AP Photo / Lefteris Pitarakis
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 20

    Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk(MSD) Îlham Ehmedê ragihand ku hinek aliyên navdewletî soz daye ku fişarê li Tirkiyeyê bikin da ku ji Efrînê vekişe û destnîşan kir ku şerê li Sûriyeyê dê gurtir bibe, ji ber aliyên navdewletî li ser çareserkirina qeyrana Sûriyeyê li hev nakin.

    Ehmed derbarê daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşogluyî yên ser li civîna wî ya li gel Wezîrê Derve yê Amerîkayê yê nû Mike Pompoeyî de axift û got, Eger Amerika rêkeftineke wiha li gel Tirkiyeyê bike, "dê stûna xwe ya li herêmê rake".

    "EGER AMERÎKA BI TIRKIEYÊ RE RÊKEFINEKÊ PÊK BÎNE, DÊ STÛNA XWE YA LI HERÊMÊ JI DEST BIDE"

    Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li Brukselê bi Wezîrê Karê Dervê yê Amerîkayê Mike Pompeo re axivîbû û gotibû “eger pêvajo pê şopandin divê YPG ji Menbicê vekişe.”

    Rayedara kurd diyar kir ku "di qeyranan de her dem surprîz çêdibin û mirov nikare pişta xwe bi kesî ve girêde û wiha dewam kir: "Em wiha bawer dikin, eger rêkeftineke wiha di navbera aliyê tirkî û amerîkî de ji bo Minbicê çêbibe, Amerîka dê ew stûna ku xwe dispêrê jî rake."

    "ALIYÊN NAVDEWLETÎ DÊ FIŞARÊ LI TIRKIYEYÊ BIKIN"

    Herwiha Ehmed derbarê civînên dîplomatîk ên ji bo Efrînê yên li gel aliyên navdewletî de jî axift û go, "Civîn li gel aliyên navdewletî û şandeyên tên bakurê Sûriyeyê hene. Dosyaya Efrînê û gelê wê wê herdem li ser maseya nîqaşan e. Soz ji aliyên navdewletî hene ku fişareke siyasî li ser Tirkiyeyê bikin da ku ji Efrînê vekişe. Pêşniyareke me heye ku xelkê Efrînê di bin sîwarana hêzeke aştiyê ya navdewletî de vegerin malên xwe."

    "ŞERÊ SÛRIYEYÊ DÊ GURTIR BIBE"

    Di dawiya axiftina xwe de jî Ehmedê got, "Qeyrana Sûriyeyê dê gurtir bibe, ji ber projeyên aliyên şerê Sûriyeyê ji bo çareseriyê tine ne. Eger aliyên navdewletî ji bo pirsa Sûriyeyê li hev nekin, dê dema şer û pevçûnan dirêjtir û kûrtir bibe."

    Bi heman mijarî:

    İlham Ehmed: Tirkiye li Şehbayê demografiyê diguherîne
    Cîhan Şêx Ehmed: Hêzên me 20 km pêşve çûn
    Ilham Ehmed bi rayedarên hikûmeta DYAyê re civiya
    Ilham Ehmed: Herêmên herî ewle, yên di bin kontrola HSDê de ne
    Îlham Ehmed: Tirkiye dagirkeriya xwe fermî dike
    Etîketan:
    MSD, Mike Pompeo, Îlham Ehmed, Mevlut Çavuşoglu, Amerika, Efrîn, Minbic, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de