08:00 25 Gulan 2018
    Hêzên girêdayî YPG - HSDê

    HSD: Operasyona li Dêra Zorê ji nû ve dest pê dike

    © AFP 2018 / Delil Souleiman
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 10

    Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD)ragihand ku pêngava operasyona Bagera Cizîrê ya li rojhilatê Dêra Zorê ku ji ber operasyona Artêşa Tirkiyeyê û komên pê re li ser Efrînê rawestiyabû îro ji nû ve dest pê kir.

    Sererkanên artêşên Tirkiye û Amerîkayê Hulusî Akar û Joseph Dunford
    © AP Photo / Türk askeri kaynakları aracılığıyla
    Li gorî meydyaya nêzîkî YPGê, Berdevka Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê Leylewa Ebedella û ji Fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê Ehmed Ebû Xwele daxuyaniyek da.

    "ARTÊŞA IRAQÊ JÎ DÊ ME RE DI NAV KORDÎNASYONÊ DE BE"

    Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku armanc ji pêngava Bagera Cizîrê paqijkirina herêmên li rojhilatê Firatê ye ku ji aliyê DAIŞê ve hatine dagirkirin û hat gotin ku wê artêşa Iraqê jî li ser herêma sînor bi HSDê re di nava koordînasyonê de be.

    Herwiha hat destnîşankirin ku Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê jî dê bi awayekî çalak tev li vê qonaxê bibe.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Alîkariya Amerîkayê ya bo HSDê rakeşiya Efrînê zêde dike
    HSDê derbarê xistina helîkoptera Tirkiyeyê de daxuyanî da
    Navenda Ragihandinê ya HSDê, encama operasyona Efrînê bi raya giştî re parve kir
    ‘Amerîka li Minbicê ji bo HSDê biparêze du baregehên leşkerî ava dike'
    ‘Amerîka li ser formuleke ku HSDê ji dest bernede dixebite'
    Aqûbeta girtiyên DAIŞî yên di destê HSDê de wê çawa bibe
    HSDê encamên şerê 24 saetên dawî yê Efrînê ragihand
    Etîketan:
    Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê, HSD, Leylewa Ebedella, Ehmed Ebû Xwele, Efrîn, Tirkiye, Iraq, Dêra Zorê, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de