17:38 23 Gulan 2018
    Şerwan Derwêş

    Fermandar Derwêş: Fransa û Amerîka baregeheke nû vedikin

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 31

    Fermandarê Encûmena Leşkerî yê Minbicê Şervan Derwêş ragihand ku Fransa û Amerîka li Minbicê baregeheke leşkerî nû vedikin.

    Fermandar û berdevkê Encûmena Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwêş di hevpeyvîna xwe ya Rûdawê de ragihand ku Fransa hêza xwe li Mibicê zêdetir dike û got: "Niha wek Encûmena Leşkerî ya Minbicê em jî beşeke Hevpeymaniya navdewletî ne. Me bi hevdu re xebat kiriye û me bi hevdu re Minbic ji milîtanê DAIŞê rizgar kiriye, ji wê demê wir ve em xebatên xwe dikin. Hebûna hêzên Fransî li Minbicê jî di bin siya Hevpeymaniya Navdewletî de ye ku Amerîka rêveberiya wê dike. Ji ber wan gefên dawiyê, hebûna xwe li wê derê zêdetir kirin. Hêzên fransî berê li cihên din hebûn û niha hatine vir jî. Ew di bin siya Hevpeymaniya Navdewletî de ye, erkeke wan ê exlaqî ye ku me bi hev re Minbic rizgar kiriye, eger ku êrişek li ser Minbicê çê bibe, ji xwe sozên me bi hevdu re hene ku em ê bi hev re Minbicê biparêzin."

    ‘EM BI HÊZÊN HEVPEYMAN RE DIXEBITIN'

    Şervan Derwêş di berdewamiya hevpeyvîna xwe de dibêje: "Niha ew gefên ku dewleta Tirkiyê li dijî Minbicê dixwe, her ji roja rizgarkirina Minbicê û heta niha berdewam in. Zêdetirî 2-3 şerên giran çê bûn. Êrişên wan zêde çêbûn di sala çûyî de, ew êriş hemû hatin şikandin. Niha hêj gefên wan hene, me li hember wê cebheyên xwe saxlemtir kirine, em tedbîrên xwe saxlemtir werdigrin û ji wê zêdetir jî, danûstandinên me bi Hevpeymaniya Navdewletî re zêdetir bûn. Ji bo ku parastina Minbicê misoger bibe baregehe xwe ya nû li wê derê vedikin, baregeheke nû ya Amerîkî-Fransî li ser xeta bakurê Minbicê vedikin, berê baregeheke wan hebû li rojavayê Minbicê û a niha jî li bakurê Minbicê wan ciheke nû ji xwe re çê kirine ji bo parastina Minbicê. Hem li erdê û hem jî li hewayî, dewriyeyên wan hene bo parastina wê xetê."

    ‘EFRÎN Û MINBIC JI HEV CUDA YE'

    Derwêş di dirêjiya hevpeyvîna xwe de got: "Rewşa Minbic û Efrînê hinek ji hev cuda ye. Bazara ku li ser Efrînê çêbû, ji xwe di navbera rûsan û tirkan de çêbû, li vê derê aliyê rûs tine ye, Hevpeymaniya Navdewletî heye, me bi hev re Minbic rizgar kiriye, di vî alî de hinek cudahî hene. Heta niha hevkariya me bi hev re berdewam e û alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî jî bo me berdewam e, lê ez li vir dixwazim bi vekirî bêjim, ji bo Efrînê jî dixwazim bêjim, ew hêza me ya li vir ku 3 sal anku bêhtirî 3 salan e bi Hevpeymaniya Navdewletî re şerek çêbû, me hem ji bo milletê xwe û hem jî ji bo tevahiya cîhanê şerê DAIŞê kiribû, me êdî DAIŞ gihandibû dawiya wê, ew cîhan hemû bi me re sekinî, li kêleka me sekinî li hember DAIŞê. Di dema êrişa ser Efrînê de ew hemû bêdeng bûn, cihê xemgîniyê ye bi rastî, me erka xwe bi cih aniye, lê cîhanê pişta xwe daye me, ew jî cihê nerazîbûnê ye. Ji bo ku ji bo Minbicê jî ew yek dubare nebe, hewldanên me hebûn û zextên me jî hebûn."

    Bi heman mijarî:

    Şervan Derwêş: Tirkiyê piştî hewldana derbeyê hezar çete derbasî Cerablûsê kir
    HSD: Me gundên li rojhilata Çemê Firatê ji artêşa Sûriyeyê stendin
    HSD: Operasyona li dijî DAIŞê ya li Dêre Zorê dest pê nekir
    HSD: operasyona li dijî DAIŞê car din dest pê dike
    HSD dibe bi artêşa Iraqê re operasyoneke hevpar li dar bixe
    Etîketan:
    Hêza Hevpeyman, HSD, Şervan Derwêş, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de