05:20 25 Gulan 2018
    Koçberên Efrînê - 19 Adar 2018

    Ji MSDê bangewaziya Efrînê: Rapora binpêkirinan ji NYyê re tê şandin

    © AFP 2018 / GEORGE OURFALIAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 20

    Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li bajarê Qamişlo bi konferanseke rojnamevanî bal kişand ser binpêkirinên artêşa Tirkiyê li Efrînê û rapora ku dê bo Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên navnetewî bê şandin eşkere kir.

    Di civînê de rapora Desteya Yasayî ya MSDê ku derbarê binpêkirinan de amade kiriye hat ragihandin ku tê de ji NY û civaka navdewletî daxwaz tê kirin, xelkê Efrînê di bin çavdêriyeke navdewletî de vegere ser malên xwe, neyên girtin û îşkencekirin.

    MSDê di civîna rojnamvanî de, diyar kir ne tenê Efrîn, li Dêrazorê jî Hêzên Sûriyeya Demkratîk (HSD) rastî êrîşeke berfereh ji aliyê rêjîma Sûriyê ve hatine û nerazîbûna xwe ji wan êrîşan re nîşan da û destnîşan kir ku ew dê parastina Rojhilatê Firatê bidomînin.

    ÎLHAM EHMED TENÊ HIŞTINA ROJHILATÊ FIRATÊ REXNE KIR

    Di civînê de Hevseroka MSDê Îlham Ehmed diyar kir ku dema êrîş li ser Efrînê hebû, êrîşek li ser Dêrazorê jî çêbûye û tenê hiştina wê herêmê ji aliyê parastina navdewletî ve rexne kir û got, "Çi dibe bila bibe, parastina herêmê erkekî me yê sereke ye, ji ber ku em xwedî projeyeke giştî ya ji bo Sûriyeyê ne."

    Bi heman mijarî:

    Amerîkayê biryargeha xwe ya navendî ya li Bexdayê hilweşand
    Netanyahu: Derbarê bernameya nepen a çekên nukleerî ya Îranê de delîlên me yên nû hene
    Yekem santrala nukleer a ajnêber a Rûsyayê: 'Akademik Lomonosov' derkete geşta ewil
    Demirtaş bi wêneyê bavê xwe û karkeran peyama 1ê Gulanê da
    Li Tirkiyê bi hêzeke 58 hezaran operasyon tê kirin
    Hevseroka HDPê Buldan bû sergovend
    Etîketan:
    Îlham Ehmed, MSD, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk, Qamişlo, Efrîn, NY, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de