05:17 25 Gulan 2018
    Leşkerê Sûriyeyê û ala Sûriyeyê

    'Artêşa Sûriyeyê û komên çekdar ji bo tehliyekirina milîtanan li hev kir'

    © REUTERS / Omar Sanadiki
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat diyarkirin ku hikûmeta Sûriyeyê ji bo tehliyebûna ji kampa Yermûkê bi komên çekdar ên deryasayî re li hev kiriye.

    Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Sûriyeyê, SANAyê li gorî peymana di navbera hikûmeta Sûriyeyê ûy komên çekdar ên deryasayî milîtan dê li hemberî tehliyeya 4 hezar sivîlên li Fua û Kefrayayê başûrê Şamê biterikînin.

    Li gorî peymanê militan dê îro ji kampan Yermûkê derkevin. Milîtan wê bi malbatên xwe re derbasî Idlibê bibin.
    Di çarçoveya peymanê de pêşiyê wê hezar û 500 sivîl ji Fua û Kefrayayê werin tehliyekirin û tê payîn ku tevahiya peymanê heta 15ê Gulanê were bicihanîn.

    Hêjayî gotinê ye ku di 20ê Nîsanê de li ser çapemeniyê hatibû ragihandin ku artêşa Sûriyeyê DAIŞ û El Nûsra (bi navê xwe yê nû Fetih El Şam) jî di nav de, bi hinek komên çekdar re li hev kiriye ku milîtanên wan ji herêmên başûr ên Sûriyeyê werin tehliyekirin.

    Çavkaniyekî leşkeri ji bo Sputnikê gotibû, "Li El Hec El Eswedê di warê agirbestê rêkeftin çêbû. Li gorî rêkeftinê milîtanên DAIŞê wê biçin herêma El Badiye El Şerqiyeyê, milîtanên El Nusrayê jî wê biçin Idlibê."

    Bi heman mijarî:

    Îranê îdîaya ku baregeha wê li Sûriyeyê hatiye bombekirin red kir
    ‘Bi moşekan êrişî depoyên cebilxane yên artêşa Sûriyeyê kirin'
    Ji Rûsya, Tirkiye û Îranê deklarosyona hevpar a Sûriyeyê
    HSD: Me gundên li rojhilata Çemê Firatê ji artêşa Sûriyeyê stendin
    Etîketan:
    tehliyekirin, ArtêşA Sûriyeyê, DAIŞ, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de