05:28 22 Gulan 2018
    Reqqa

    ‘Bi moşekan êrişî depoyên cebilxane yên artêşa Sûriyeyê kirin'

    © REUTERS / Zohra Bensemra/File Photo
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Televîzyona herêmî ya Sûriyeyê ragihand ku li Hema û Helebê hinek depoyên çekan ê artêşa Sûriyeyê rastî êrişa moşekî hatin.

    Berpirsekî herêmî di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de got: "Depoya çekan a Tuxaya 47emîn a artêşa Sûriyeyê li nêzî Hemayê rastî êrişê hat. Di encama êrişê de teqînên bi hêz pêk hatine û şewateke mezin derketiye."

    Ajansa fermî ya Sûriyeyê jî di nûçeya xwe de ragihand ku li nêzî Hema û Helebê dengê teqînên bi hêz hatiye bihîstin. Li gor televîzyona Surya hinek çeperên aîdî artêşa Sûriyeyê rastî êrişa moşekî hatin.

    HAARETZ: DIBE ÎSRAÎLÊ ÊRIŞ PÊK ANÎ BE

    Li gor nûçeya rojnameya Haaretzê dibe Îsraîlê êriş pêk anî be. Wezîrê Parastin ê Îsraîlê Avigdor Liberman roja yekşemê di axaftineke xwe de ragihandibû ku em ê operasyonên xwe li Sûriyeyê dewam bikin û gotibû: "Ti niyeteke me ku em êrişî Rûsya yan jî destdirêjiya Sûriyeyê bikin tuneye. Lê eger hinek bixwazin bi moşekan êrişî Îsraîlê bikin, helbet em ê bersivê bidin û bersiveke tund bidin."

    ​Ji aliyê din ve li gor ajansa nûçe ya Reutersê, hedefên ku li Hema û Helebê rastî êrişa moşekî hatin ji aliyê hêzên piştgirên Îranê ve dihat bikaranîn.

    Bi heman mijarî:

    ‘Hêzên Fransayê di êrîşa li ser Sûriye de rastê kêşeya hat’
    Ryabkov: Hemû çekên kîmyevî yên Sûriye bi awayeke baldar hate îmhakirin
    Sûriye: Ev êrîşa hovane binpêkirina hiqûqa navdewletî ye
    Sûriye: Ger hatine pisporên kîmyewî dereng bikeve, berpirsyarî ya welatên Rojavayê ye
    Sûriye: Ji bo îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî me OPCW vexwend
    Sûriye û Îranê dê li dijî êrîşa muhtemel a Amerîkayê kordînasyona xwe zêde bikin
    Etîketan:
    Artêşa Sûriyeyê rastî êrişê hat, Hema, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de