10:33 24 Hezîran 2018
Li Sûriyeyê çalakîyên protestoyê yên li dijî êrişên koalîsyona bi serkêşîya DYAyê

Rûsya: Em ê destûrê nedin ku Amerîka li Sûriyeyê êrîşên nû pêk bîne

© AP Photo / Hassan Ammar
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li Rêxistina Qedexekirinê ya Çekên Kîmyewî (OPCW) Aleksandr Şulgin diyar kir ku divê êdî li Sûriyeyê êrîşên 'alên sixte' (false-flag) neyên lidarxistin û got, Rûsya wê destûrê nede ku Amerîa çalakiyên leşkerî li dar bixe.

Şulgin di civîna xwe ya li Laheyê de xebatên li ser îdiayên êrîşa kîmyewî ya li navçeya Dûmayê ya Xûtaya Rojhilat nirxandin.

Şulgin hûrgiliyên daneyên ku pisporên rûsî ji qada êrîşê bi dest xistine ragihand û diyar kir ku divê ji bo êrîşên nû yên 'alên sixte' destûr neyê dayîn.

Dîplomatê rûsî ev tişt gotin, "Dibe li hemberî Şamê êrîşên nû yên alên sixte werin lidarxistin. Ji ber ku partnerê me yê Amerîka ji bo çalakiyeke nû ya leşkerî li Sûriyeyê gefan dixwe. Lê em ê destûrê nedin vê yekê."

Bi heman mijarî:

Arzu Yilmaz: Hêzên navdewletî ji bo erebîkirina Kurdistana Sûriyeyê hêzan dişînin
Lavrov: Êrîşa Amerîkayê li ser Sûriyeyê xebatên çareseriyê aloz kirin
Mattis: Amerîka bi alikariya welatin herêmê şerê li Sûriyeyê berfirehtir dike
Rûsya: Biryara radestkirina S-300an bo Sûriyeyê nehatiye stendin
Cudahiya Trump û Macronî di mijara Sûriyeyê de çi ye?
Etîketan:
êrîş, Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW), Aleksandr Şulgîn, Rûsya, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de