00:31 25 Gulan 2018
    Minbic

    Fermandarê Encumena Minbicê: Fransa hejmara leşkerên xwe yên li Minbicê zêde dike

    © REUTERS / Rodi Said
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 20

    Hat diyarkirin ku piştî daxuyaniyên Tirkiyeyê yên "Em ê êrîşê Minbicê bikin", Fransayê leşkerên xwe yên li Minbicê zêde kir. Fermandarê Giştî yê Encumena Leşkerî ya Minbicê Ebû Adil ji bo Sputnikê ragihand ku Fransa hejmara leşkerên xwe yên li Minbicê zêde dike.

    Hikmet Durgun

    Adil anî ziman ku piştî gefên Tirkiyeyê yên li dijî Minbicê Fransayê biryara zêdekirina hejmara leşkerên xwe da û ev tişt gotin, "Leşkerên Fransyaê beriya demekê hatin Minbicê. Leşkerên Fransayê beriya niha di bin sîwana hevpeymanê de li Minbicê bûn lê niha bi awayekî serbixwe li Minbicê dimînin. Hejmara leşkerên Fransayê ya li Minbicê niha hindik e lê herku diçe wê zêde bibe."

    'EM BI LEŞKERÊN FRANSAYÊ RE CIVIYAN

    Fermandarê encumena leşkeri anî ziman ku wan bi leşkerên Fransayê re hevdîtin pêk anîne û wisa berdewam kir, "Soz dan ku wê hejmara leşkerên xwe yên li wir zêde bikin. Êdî Fransa jî bi awayekî fermî Minbicê diparêze. Leşkerên Fransayê bi leşkerên Amerîkayê re li ser sînor ji bo dewriyê digerin."

    Herwisa li Kobanê jî navendeke leşkerî ya Fransayê heye. Leşkerên Fransayê ligel vê yekê li Kobanê, Tebqa, Reqa û Dêra Zorê jî hene.

    Bajarê Minbicê di sala 2012an de ketibû destê ASAyê, di sala 2014an de jî ketibû destê DAIŞê lê di 12ê Tebaxa 2016an de ji aliyê şervanên HSDê ve hatibû rizgarkirin.

    Bi heman mijarî:

    'Amerîka gotiye, kî êrîşî Minbicê bike, em ê bersivê bidin'
    ‘Amerîka di mijara Minbicê de sînor ji Tirkiyeyê re danî'
    AA: Hevdîtinên Minbicê bi Amerîkayê re hat rawestandin
    ‘Dibe ji bilî Amerîka û Fransayê hin welatên din jî hêzên xwe bişînin Minbicê'
    Etîketan:
    leşkerên Fransî, Fermandarê Encumena Leşkerî ya Minbicê, Ebû Adil, Minbic
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de