22:35 22 Gulan 2018
    OPCW - Tîma Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî

    Nûnerê Sûriyê yê OPCWê: Li Dûmayê kîmyasalên îngilîzan hatin dîtin

    © REUTERS / Mohamed Abdullah
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nûnerê yê Daîmî li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) Hesen Ubeyd ragihand, li Dûmaya Xûtaya Rojhilat depoyên madeyên kîmyewî yên li laboratiwara Porton Down a Brîtanyayê hatine hilberandin, hatine dîtin.

    Ubeyd li navenda OPCWyê civîneke rojnamevanî li dar xist û li ser îdiayên çekên kîmyewî yên Sûriyeyê got, "Hûnê gelekî pê şaş bibin, lewra dê tîma OPCWyê serdana wan depoyên ku terorîstan li Dûmayê berdaye û çûne, bike. Me di depoyan de madeyên kîmyasalî yên li laboratiwara Porton Down a Salisburya Brîtanyayê dîtin. Hûn dizanin bê van deman Salisbury çiqas girîng e. Dê hemû tawanbariyên derew werin îfşa kirin."

    Hatibû îdiakirin ku li navçeya Dûma ya Xûtaya Rojhilat artêşa Sûriyeyê çekên kîmyewî bikar aniye, lê ti delîlek nehatibû pêşkeşkirin.

    Bi heman mijarî:

    Pizîşkê Xûtaya Rojhilat axivî: Êrîşa kîmyewî tunebû, yek kes jî nemiriye
    Pompeo bi sefera Rojhilata Navîn dest bi kar dike
    Mikurhatina Amerîkayê ya Iraq û Sûriyê: 883 sivîl hatin kuştin
    Amerîkayê ji bo peymana 10 milyar dolaran spasiya Tirkiyê kir
    6 partî û aliyên tirkmenî di hilbijartinan de dê dengê xwe bidine lîsteya PDKê
    Yekem bernameya hilbijartinê ya Erdogan hat eşkerekirin
    Etîketan:
    Kîmyewî, Dûma, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de