17:08 24 Gulan 2018
    vîdeoya provokasyona bikaranîna çekên kîmyewî

    Pizîşkê Xûtaya Rojhilat axivî: Êrîşa kîmyewî tunebû, yek kes jî nemiriye

    © REUTERS / Beyaz Miğferler
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Pizîşkê Pispor ê ku li Xûtaya Rojhilat kar dikir Xelîl el Ceyş li Laheyê derbarê îdiayên êrîşa kîmyewî de axivî û got, 7ê Nîsanê li ser kesên li Dûmayê serî li nexweşxaneyê dane ti diyardeyeke kîmyewî tunebû.

    El-Ceyş di civîna rojnamevanî ya li Laheyê destnîşan kir ku ew wê rojê li nexweşxaneyê bûye û bi qasî 15 kesan bi nîşaneyên bêhnçikandinê serî li wan dane ku ew jî bi sedema toza piştî bombardimana ser avahiyan bûye.

    Pizîşkê Sûriyeyî da zanîn ku hemkarên wî maskeyên oksîjenê li hemû nexweşên hatine belav kirine ku nîşaneyên sivik û zêde ne giran li ser wan kesan hebû.

    'YEK KES JÎ NEMIRIYE'

    El-Ceyş got, "Piştre nûnerê Kûmspîyan hat û qeriya û got, êrîşa kîmyewî çêbûye. Kesên me ew nas nedikirin hatin û rewş aloz kirin. Av bi ser nexweşan de rijandin. Ti karmendekî nexweşxaneya me bawerî bi vê neanî. Piştî çend saetan jî hemû kesên bi nîşaneyên bêhnçikandinê hatibûn, ji nexweşxanê bo malên xwe hatin şandin. Tenê yek kes jî nemiriye."

     

    Bi heman mijarî:

    Pompeo bi sefera Rojhilata Navîn dest bi kar dike
    Mikurhatina Amerîkayê ya Iraq û Sûriyê: 883 sivîl hatin kuştin
    Amerîkayê ji bo peymana 10 milyar dolaran spasiya Tirkiyê kir
    6 partî û aliyên tirkmenî di hilbijartinan de dê dengê xwe bidine lîsteya PDKê
    Gazproma rûsî li Kurdistanê hilberîna xwe zêde kir
    Yekem bernameya hilbijartinê ya Erdogan hat eşkerekirin
    Etîketan:
    Provokasyona êrîşa kîmyewî, Xûtaya Rojhilat, Dûma, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de