11:48 23 Gulan 2018
    Wezîrê Berevaniya Amerîkayê James Mattis

    Mattis: Amerîka bi alikariya welatin herêmê şerê li Sûriyeyê berfirehtir dike

    © REUTERS / Yuri Gripas
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Jim Mattis derbarê biryara vekişandina di demeke kin de ji Sûriyeyê ku piştî hevdîtina Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron hat rojeve axivî.

    Mattis da zanîn ku êrişên DAIŞê li herêmê zêdetir bûne û Amerîka bi alîkariya welatên li herêmê operasyonên li dijî DAIŞê dê berfirehtir bike.

    Mattis li Komîsyona Xizmeta Çekan a Senatoya Amerîkayê axivî û da zanîn ku, "Em niha ji Sûriyeyê venakişin. Şerê li herêmê dewam dike, em şer berfirehtir bikin û bêtir piştgiriya welatên herêmê bînin (Sûriye)

    Wezîrê amerîkî destnîşan kir ku Amerîka operasyonên li dijî DAIŞê berfirehtir kiriye û dê pişgiriya welatên herêmê jî êdî bistîne.

    Etîketan:
    şer, DAIŞ, hêz, Jim Mattis, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de