05:14 25 Gulan 2018
    S-300

    Rûsya: Biryara radestkirina S-300an bo Sûriyeyê nehatiye stendin

    © Sputnik / Ministry of Defence of the Russian Federation
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê şîrketa pîşesazî û berevanî ya rusî Rostechê Sergey Çemezov daxuyand ku hikumeta Rûsyayê bo Sûriyeyê biryara şandina pergala parastina hewayî S-300an ne stendiye.

    Serokê şîrketa pîşesazî û berevanî ya rusî Rostechê, Sergey Çemezov di organîzasyona Eurasia Airshow-2018 a li balafirgeha bajarê Antalya ya Tirkiyeyê de bersivên pirsên rojnamevanan da û got, "Heta niha ji Moskowê bo Sûriyeyê biryara sewqîyeta S-300an nehatiye stendin."

    Mijara sewqiyeta S-300an bo Sûriyeyê piştî îdiayên ku çekên kîmyewî li Sûriyeyê hatiye bikaranîn û êrîşa DYA, Fransa û Brîtanyayê ya li dijî Sûriyeyê hatibû rojeve. Serokê Daîreya Tevgera Sereke ya Sererkaniya Rûsyayê General Sergey Rudskoy piştî êrîşê di daxuyaniya xwe de got, "Çend sal berê li ser daxwaza hin partnerên me yên rojavayî me sewqiyeta S-300an betal kiribû. Lê piştî rûdanên dawî dibe ku cardin bikeve rojeva me. S-300an ji xeynî Sûriyeyê dibe ku em ji hin dewletên din re jî bişînin."

    Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov piştî êrîşa dijî Sûriyeyê daxuyandibû ku ji bo sewqiyeta S-300an ti berpirsyariyek ehlakî li pêş me nema ye.

    Bi heman mijarî:

    Wezîrên G7ê: Tevgerên Rûsyayê yên li Sûriye û Ûkraynayê nayên qebûlkirin
    Yûnanistanê hişyarî da Tirkiyeyê: Em ne Sûriye û Iraq in
    ‘Hêzên Fransayê di êrîşa li ser Sûriye de rastê kêşeya hat’
    Ryabkov: Hemû çekên kîmyevî yên Sûriye bi awayeke baldar hate îmhakirin
    Etîketan:
    s-400, s-300, parastina hewayî, moşek, Sergey Çemezov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de