01:40 26 Gulan 2018
Xwenîşandaneke li ber balyozxaneya Tirkiyeyê ya Washingtonê

'HSDê daxwaza vekirina nûneritiyekê li Amerîkayê kir, Tirkiye bifikar e'

© REUTERS / Jonathan Ernst
Sûriye
Lînkê kurt
0 21

Baskê siyasî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ya ku kurd pêşengiya wê dikin û Amerîka piştgiriya wan dike daxwaznameyek da Wezareta Dadweriyê ya Amerîkayê ji bo ku nûnerîtiyekê li Washingtonê veke.

Li gorî nûçeya rojnamevanê kurd Sîrwan Qiçoyî, eger ev daxwaz were qebîlkirin, tê payîn ku Hikûmeta Tirkiyeyê bifkar û hêrs bibe.

Rayedarên Meclisa Sûriyeya Demokratîk(MSD) ragihand ku şandeya wan bo Amerîkayê li ser dixebite ku lobîkariyê bike û piştgiriya biryarderên amerîkî bi dest bixe.

Şêwirmendekî mezin ê şandeya Meclisa Sûriyeya Demokratîk li Washingtonê bi navê Ehd el Hindî got: "Em dixwazin Kongreya Amerîkayê derbarê rewşa bakur û bakurê rojhilatê Sûriyeyê de agahdar bikin.

"HEVPARIYA ME Û AMERÎKAYÊ GELEKÎ SERKEFTÎ YE"

hsd-qsd-hsdê
© AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
Hindî diyar kir ku "hevpariya navbera Amerîka û HSDê ya li dijî DAIŞê gelekî serkeftî ye. Îca pêwîsitya me pê heye ku em misoger bikin ku qanûnder dema ku biryarekê têkilîdarî Sûriyeyê bidin, agahiyên objektîv û bêalî di destên wan de hebin."

"EM Ê FIŞARÊ BIKIN KU HÊZÊN BAKURÊ SÛRIYEYÊ BAŞTIR WERIN BIÇEKKIRIN Û TIRKIYE WERE DERXISITN"

Li gorî nûçeyê, Hindî destnîşan kiriye ku şandeya MSDê dê fişarê bike da ku hêzên çekdar ên federasyona demokratîk a bakurê Sûriyeyê bi awayekî baştir werin biçekkirin, rêkarên têkoşîna li dijî terorê werin baştirkirin, alîkariya mirovî were zêdekirin û herwiha bidawîkirina "dagirkeriya Tirkiyeyê li hinek beşên li bakurê Sûriyeyê."

"EV PÊNGAV DÊ KÊŞEYEKE NÛ DI TÊKILIYÊN TIRKIYE Û AMERÎKAYÊ DE ÇÊKE"

Şirovekarê parastinê yê televizyona dewletê ya Tirkiyeyê TRT Worldê Oubai Shahbandarî îdîa kir ku hewla dawî ye da ku YPGê bi awayekî cuda nîşan bidin û got, "Dibe ku ev ji bo têkiliyên Washington û Enqereyê wêranker be û kêşeyeke nû çêke, nexasim têkilîdarî wan sozan ên ku Amerîkayê berê dabûn Enqereyê ku dibêje, çawa DAIŞ têk biçe, ji Sûriyeyê vekişe û piştgiriya xwe ji YPGê bibire."

"TÊKILIYA HSD Û PKKÊ TINE"

Têkilîdarî mijarê, Hindî teqez kir ku têkiliyên wan qet bi PKKê re tine ne û di çend mijaran de wek wê jî nafikirin û got, "nivîsgeha me gelekî rengîn e ku ji kesayetên ji nijadên cuda pêk tê û paşxaneya wan siyasî û olên cuda ye. Heta kurdên bi me re dixebitin, hemû ne girêdayî îdeolojiya PKKê ne."

Hindî got, "HSD rêzê li serweriya Tirkiyeyê digire û dixwaze têkiliyên baş û jidil li gel wê ava bike."

Bi heman mijarî:

Sûriyeyê ji bo şandina hêzên erebî bersiva Amerîkayê da
Pûtîn û Nazarbayev êrişî li hemberî Sûriyeyê şermezar kirin
‘Amerîka ne ji bo DAIŞê ne jî bo gefên Erdogan hêza xwe li Sûriyeyê zêde dike'
Artêşa Sûriyeyê li Dûmayê atolyeyên çekan ên milîtanan dîtin
Çavkaniyeke leşkerî: Sûriyeyê du moşekên amerîkî yên neteqiyayî radestî Rûsyayê kirin
Etîketan:
Meclisa Sûriyeya Demokratîk, Sûriye, Tirkiye, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de