11:48 23 Gulan 2018
    hsd-qsd-hsdê

    Fermandarê Giştî yê HSDê: Em amade ne hevkariyê bi hêzên erebî re bikin

    © AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 30

    Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ragihand ku civîneke dirêj li gel Nûnerê Serokê Amerîkayê Donald Trump ê tekoşîna dijî DAIŞê Breet McGurkî li ar xistiye û derbarê daxuyaniyê Serokê Amerîkayê Donald Trumpî yên vekişîna ji Sûriyeyê de axivîne.

    Li gorî nûçeya El Şerq el Ewsetê ya erebî ya navenda wê li Londonê ye, Mezlûm Ebdî diyar kiriye, eger Amerîka hêzên xwe ji Sûriyeyê bikişîne û hêzên erebî di bin sîwana hevpeymaniyê de werin, amade ne ku hevkariya wan hêzan bikin.

    "TIRKIYE QEBÛL KIR KU YPG TEV LI RIZGARKIRINA MINBICÊ BIBE"

    Ebdî derbarê rewşa Minbicê de jî axift û got, "Meclisa Leşkerî ya Minbicê li baregeha Incirlikê li gel aliyên amerîkî û tirkî civiya û bi awayekî fermî ji wan daxwaz kir ku YPG tev li rizgarkirina Minbicê bibe û aliyê tirkî ev daxwaza wan qebûl kir.

    "HSD 60 HEZAR E Û HÊZÊN PARASTINA SÎNORAN JÎ HATIN DAMEZIRANDIN"

    Li gorî fermandar Mezlûm Ebdî yê ku wek Mezlûmê Kobanî tê nasîn, HSD ji 60 hezar şervanan pêk tê û Hêzên Parastina Sînoran jî damezirandine ku ji 30 hezar kesî pêk tê ku li ser sînorên bakurî yên bi Tirkiyeyê û sînorên li gel herêmên DAIŞê yên li ser sînorên Iraqê û herwiha li ser seranserî xeta çemê Firatê ya di bin destê hikûmeta Sûriyeyê de bi cî bûne."

    "BIRÊVEBERIYA AMERÎKAYÊ PÊŞNIYARA TRUMPÎ YA VEKIŞÎNÊ GOTÛBÊJ DIKE"

    Fermandarê Giştî yê HSDê li ser daxuyaniya Trumpî ya kişandina hêzên xwe ji Sûriyeyê axift û teqez kir ku biryareke amerîkî ji bo kişandina hêzên xwe ji Sûriyeyê tine lê serok (yê Amerîkayê) Trumpî ev pêşniyarî endamên hikûmetê kir da ku gotûbêjan bikin û agahî li cem me hene ku birêveberî pêşniyara wî gotûbêj dike û wiha dewam kir: (Birêveberî) nîqaş dike bê dikarin vekişin an na û herwiha nîqaş dikin, eger vekişin dê kengî be, çawa be û mekanîzmeya wê çawa be. Ew jî tenê gotûbêj in ku di navbera serok û birêveberiya wî de ye."

    "SOZÊN AMERÎKAYÊ JI BO HERÊMÊN RIZGARKIRÎ HENE"

    Ebdî di berdewamiyê de diyar kir ku DAIŞ hîn xelas nebûye û hicreyên wê yên nepen li herêmên rizgarkirî hene ku xeter in û sozên Amerîkayê bi bîr anîn ku gotibû, "dê herêm û bajarên ji DAIŞê rizgar kirine ji nû ve ava bikin û aramî û îstiqrarê bînin wan herêman".

    Piştî ku hinek nûçe derketin ku Amerîka plan dike ku piştî vekişîna xwe ji bakurê Sûriyeyê û hêzên erebî li bakurê Sûriyeyê bi cî bike. Hevserokê TEV-DEMê Aldar Xelîl diyar kiribû ku gotûbêjên wan û hevpeymaniya navdewletî ji bo şandina van hêzan dewam dikin û got, "ew hêz dikarin di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de werin."

    "HINEK DEWLET HENE KU QEBÛL KIRIYE HÊZAN BIŞÎNE SÛRIYEYÊ"

    Ebdî derbarê şandina hêzên alternatîv ji yên amerîkî re jî axift û destnîşan kir ku heta niha tiştekî fermî tine lê hinek welat hene ku bi awayekî despêkî qebûl kiriye ku hêzên xwe bişînin Sûriyeyê ji ber beşekî hevpeymaniyê ne û di bin sîwana wê de dixebitin û wiha dewam kir: Em li gel hevpeymaniyê ji bo qewirandina terorê ji Sûriyeyê dixebitin û ti kêşe li nik me tine ku hêzên erebî bi hevahengiya li gel hevpeymaniya navdewletî werin û em ê hevkariyê bi wan re bikin."

    "AMERÎKAYÊ SOZ DANE HSDÊ KU DÊ PIŞTÎ DAIŞÊ JÎ PIŞTGIRIYA WAN BIKE"

    Berdevkê Pentagonê Rob Manningî berî niha bi awayekî şexsî behsa Fermadarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî kiribû, ew wek "General Mezlûm" bi nav kiribû û pabendiya xwe bi piştgirtina wan û meclisên herêmî ragihandibû. Li ser pirsyarekê bê armanca wê peyama Manningî çi bû, Mezlûmî diyar kir ji sala 2014an ve li gel hevpeymaniyê dixebitin û gelek civîn li gel aliyê amerîkî li dar xistine ku wan jî di rêya kanalên dîplomatîk û navgînên ragihandinê re diyar kir ku HSDê hevparên wan ên têkbirina teroê ne û dê "piştî DAIŞê jî heta ku HSD bikare herêmên kontrol bike biparêze, dê ew hevpeymanî berdewam bike û soz dan ku piştgiriya leşkerî û malî bidin heta hikûmetên herêmî li bakurê Sûriyeyê di birêvebirina herêmê de bi ser kevin."

    "MCGRUK DOSTÊ KURDAN E"

    Ebdî derbarê têkiliyên Mezlûm û McGurkî de jî axift û got, "Brett McGurk nûnerê serokê Amerîkayê di odeya hevpeymaniyê de ye û dostê gelê kurd e ku di gelek civînan de ev gotiye. Têkiliya me bi hev re durist e. Ew zilamekî şefaf û zelal e û helwesta Amerîkayê bi awayekî deqîq diyar dike".

    "HEBÛNA AMERÎKÎ TENÊ NE LEŞKERÎ YE LÊ ŞANDEYÊN WEZARETAN JÎ HENE"
    Herwiha Mezlûmî di axiftina xwe de diyar kir ku "hebûna amerîkî ne tenê beşdariyeke leşkerî ye lê herwiha şandeyên wezaretan hene ku li" vir li ser erdê dixebitin û şandeyên frensî û brîtanî jî hene".

    Derbarê agahiyên ku Fransa jî dê hêzên xwe li Sûriyeyê zêde bike de jî Ebdî axift û got, "Amerîka hêza sereke ya hevpeymaniyê ye û bawer nakim ku hebûna leşkerî ya frensî bi qasî ya amerîkî be. Serok Macronî diyar kir ku dixwaze beşdarbûna xwe di hevpeymaniyê de zêde bike û Brîtanyayê jî heman tişt xwest û ev herdu dewlet bi xurtî beşdarî şerê DAIŞê bûn."

    "ÊDÎ HÊZEKE FRENSÎ JÎ LI MINBICÊ YE"

    Ebdî diyar kir ku heta niha tenê hêzên Amerîkî li rojavayê Firatê anku Minbicê hebûn lê êdî hêzeke frensî jî li wê derê heye û got: Ev pêngaveke giring e ji bo rêgirtina li ber tehdîdên Tirkiyeyê."

    "TIRKIYE DIXWAZE HINEK HERÊMÊN SÛRIYEYÊ WEK ÎSKENDERÛNÊ BI SER SÎNORÊN XWE VEKE"

    General Mezlûm derbarê siyaseta Tirkiyeyê de jî axift û got," Tirkiye hewl dide herêmên kontrol kirine dagir bike wek çawa li Efrînê kir û dixwaze beşekî ji van herêman bi ser sînorên xwe veke wek çawa berê Îskenerûn ji xwe re bir, lewra divê em li dijî wan sînoran derkevin ku hewl dide xêz bike û li ser erdnîgara  Sûriyeyê ferz bike."

    "HER KESÎ BEŞDARBÛNA YPGÊ DI ŞERÊ MINBICÊ DE QEBÛL KIR"

    Tirkiyeyê gelek caran daxwaz kiribû ku YPG ji Minbicê vekişe. Fermandarê Giştî ya HSDê behsa pêvajoya rizgarkirina Minbicê kir û diyar kir ku "sala 2016an anku berî destpêkirina şerê Minbicê civînek li baregeha Incirlîkê çêbû û nûnerên amerîkî, rayedarên tirk û şandeya Meclisa LeşkerÎ ya Minbicê tê de beşdar bûn ku li wê derê Ebû Leyka(di şerê DAIŞê de jiyana xwe ji dest da) gotibû ku dê alîkariyê ji YPGê bixwazin lê Tirkiyeyê pêşniyar kir ku alîkariyê bidin Meclisê da ku bajarî rizgar bikin. Lê Ebû Leyla ew pêşniyar red kir û Tirkiye bi piştgirita DAIŞê tawanbar kir û teqez kir ku wan piştgirî neda gava DAIŞê êrîş kir û Minbic kontrol kir. Ebû Leyla îsrar kir ku dê tenê piştgiriyê ji YPGê bixwaze, îca her kesî beşdarbûna YPGê di şerê Minbicê de qebûl kir."

    "TÊKILIYA ME BI ROJAVAYÊ FIRATÊ TINE"

    Fermandarê Giştî yê HSDê derbarê Hizbullah, Îran, Hikûmeta Sûriyeyê û Tirkiyeyê jî axift û got, "eger hewl bidin êrîşî me bikin an jî bê gotûbêj ti herêman kontrol bikin, em ê bersivê bidin û şerê wan bikin. Ti têkiliya me bi rojavayê Firatê re tine, tiştê giring ji bo me tenê rojhilatê Firatê ye û em ê şer bikin da ku Efrînê vegerînin."

    Bi heman mijarî:

    Komên girêdayê ASAyê êrişî çeperên HSDê kirin
    HSDê kembera ewlehiyê ava kiriye
    HSDê li herêmên Dêra Zorê dest bi paqijkirinê kir
    Şervanên HSDê êriş şikandin: 21 kuştî
    Etîketan:
    HSD, Mezlûm kobanî, Mezlûm Ebdî, Minbic, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de