04:36 28 Gulan 2018
Efrîn

‘Li Efrînê hilbijartin tê lidarxistin'

© Sputnik / Mikhail Alaeddin
Sûriye
Lînkê kurt
0 03

Cîgirê serokê meclîsa herêmî ku bi piştgiriya hikûmeta Tirkiyeyê li Efrînê hat avakirin Abdo Nabhan ragihand ku konseya herêmî ya niha bihurbar e, dibe di nav 6 mehan de hilbijartin pêk were.

Cîgirê serokê meclîsa herêmî ku piştgiriya Tirkiyeyê li Efrînê hat avakirin Abdo Nabhan qala planên di derbarê bajêr de tên kirin, kir û diyar kir ku dibe di nav 6 mehan de li bajêr hilbijartin pêk were.

Nabhan ji sîteya El Monîtorê re axivî û got: "Konseya herêmî ihurbar e û ji bo îstîqrar û ji nû ve avakirina bajêr dikare heta 6 mehan li ser kar bimîne. Piştî vê heyama bihurbar, ji bo endamên konseya herêmî yên mayînde hilbijartineke berfireh pêk bînin."

Nabhan bi bîr xist ku piraniya bajarê Efrînê kurd in û krîterên namzediya konseya herêmî jî divê li Efrînê jidayîkbûyî û li wir bîjî ye.

Bi heman mijarî:

'Rûsyayê Tirkiye hişyar kir eger nêzî Amerîkayê bibî, em ê we ji Efrînê derxin
Şkence û girtina kurdan li Efrînê berdewam e
KRE: 5 hezar malbatên ereb li herêma Efrînê hatin bicihkirin
Rûsya: Ji milîtan û malbatên wan 117 kes ji bo Efrînê hatin şandin
‘Li Efrînê talan û yexmeya malên kurdan berdewam e'
Etîketan:
kurd, hilbijartin, Al Monîtor, Abdo Nabhan, Efrîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de