21:01 22 Gulan 2018
    Leşkerên Îranê

    Sewqîyatên Îranê yên bi guman bo Sûriyeyê bû sedema metirsiyê

    © REUTERS / MORTEZA NIKOUBAZL
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat zanîn ku saziyên îstixbarata Amerîkayê sewqiyatên îranê yên bi rêya asmanî bo Sûriyeyê ji nêzîk ve dişopînin.

    Li gor nûçeya CNNê ku dispêre çavkaniyên Koşka Spî, tê diyarkirin ku îstixbaratkarên Amerîkayê jê bi guman in ku Îran sîstemên çekan ên li demên pêş ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê û hêzên îranî ve werin bikaranîn dişîne.

    Îstixbaratkarên amerîkî guman û metirsiyên bo wan çekên têne şandin tînin ziman û balê dikişînin ser ku piştî êrîşa hevpar a Amerîka, Fransa û Brîtanyayê ya ser Sûriyeyê ew sewqiyat destpê kirine.

    Di nûçeyê de tê gotin ku balafirên Sûriyeyê yên kargoyê herî kêm du caran di nav hefteyê de seferên Îranê kirine û vê yekê bala îstixbaratkarên amerîkî kişandiye.

    Bi heman mijarî:

    Li Qamişlo teqîn: Anonsên kurdî hatin kirin
    Erdogan: Me ti carî ji demokrasiyê tawîz nedaye
    Li Amedê qedexeya operasyona PKKê hat ragihandin
    Li Brukselê ji bo Sûriyê 4,4 milyar dolar hat komkirin
    Rayedarên amerîkî ketin nav avahiya konsûlxaneya Rûsyayê
    Di doza rojnameya Cumhuriyetê de biryar hat dayîn
    Etîketan:
    Sewqiyata leşkerî, Amerîka, Îran, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de