04:29 28 Gulan 2018
S-300

'Îsraîl dê hewl bide şandina S-300ê bo Sûriyeyê asteng bike'

© Sputnik / Ministry of Defence of the Russian Federation
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Pisporê zanista siyasî yê sûrî Humeyidî Ebdulahî ji Sputnikê re diyar kir, eger Rûsya S-300ê bişîne Sûriyeyê, dê hevsengiya hêzan biguhere. Lewra Îsrail giringtirîn asteng e li pêşberî şandina S-300ê.

Pisporê zanista siyasî yê sûriyeyî Humeyid Ebdulahî diyar kir ku şandina şandina pergala parastinê ya 3-300 ên rûsî bo Sûriyeyê Îsraîl gelekî aciz kiriye û teqez kir ku Îsraîl astengeke giring e li pêşberî şandina S-300ê bo Sûriyeyê.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Avigdor Libermanî duh ihtimala ^ku Rûsyayê S-300 bişîne Sûriyeyê nirxandibû û gotibû, eger li himberî wan bên xebitandin, dê pergalên parastina moşekan a Rûsyayê ji nav bibin.

"DÊ HEWL BIDE PEYMANÊ XERA BIKE YAN JÎ BI PAŞ DE BIXE"

Ebdulahî ev daxuyanî wiha nirxand:

"Faktora Îsraîl, heta asteke mezin bandorê li sepandina vê peymanê dike. Tel Avêv dê hewl bide ku sepandina peymana navborî xera bike yan jî bi paş de bixe. S-300ê yên li Sûriyeyê dê bandorê li hevsengiya hêzan li tevahiya herêmê bike ku şerê ereb û îsraîliyan, Girên Golanê yên di bin dagirkeriyê de jî di serî de ne. Şam amade ye hemû fatoreyan bidin, ji ewlekariyê teserufê nake."

"PARASTINA QADA HEWAYÎ YA SÛRIYEYÊ JI BO RÛSYAYÊ JÎ GIRING E"

Pisporê siyasetê yê Sûriyeyê destnîşan kir ku parastina qada hewayî ya Sûriyeyê ji êrîşan him di berjewendiya Moskowê de ye û him jî di ya Şamê de ye û got, "birêverbiya Sûriyeyê niha stokên çekên xwe bi çekên rûsî yên modern xurt dike, herwiha wan pergalên parastina hewayî yên heyî yên berî bi dehan salan kirîbûn modernîze dike."

PIŞTÎ ÊRÎŞA AMERÎKA, BRÎTANYA Û FRANSAYÊ

Serokê Daîreya Tevgera Sereke ya Sererkaniya Rûsyayê General Sergey Rudskoyî ragihandibû ku piştî êrîşa Amerîkayê û hevalbendên wê ya vê mehê, dê pergalên parastina hewayî yên nû bişînin Sûriyeyê.

Bi heman mijarî:

Moşekên S-300ê yên Rûsyayê gihîştin Îranê
S-300 derfeta parastina lihevkirina Lozanê dide
Wezîrê bergiriya Îranê: Tehran wê îsal S-300`ê rûsî werbigire
Îran piştî S-300`an dikare S-400 û `Antey-2500`an jî bikire
Ji Îranê re firotina S-300`an wê hevsenga li herêmê biguherîne
Enqere ji bo moşekên S-300 ji Rûsyayê ne razî ye
Ji Rûsyayê tetbîqata bi S-300 û S-400î
Etîketan:
şandina çekan bo Sûriyeyê, S-300, Humeyid Ebdulah, rÛSYA, Rûsya, Îsraîl, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de