11:43 23 Gulan 2018
    YPG - hêzên Amerîkayê

    'YPG ji bo hêzên erebî li gel hevpeymaniyê civiya'

    © AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 10

    Piştî ku hinek nûçe derketin ku Amerîka plan dike ku piştî vekişîna xwe ji bakurê Sûriyeyê û hêzên erebî li bakurê Sûriyeyê bi cî bike. Hevserokê TEV-DEMê Aldar Xelîl diyar kir ku gotûbêjên wan û hevpeymaniya navdewletî ji bo şandina van hêzan dewam dikin û got, "ew hêz dikarin di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de werin."

    Hinek malperên kurdî yên herêmî ragihandibû ku şandeyeke leşkerî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li bajarokê Eyn Îsayê bi YPGê re civiyaye da ku ihtimala hatina hêzên erebî bo herêmên di bin kontrola HSDê de ku YPG pêşengiya wê dike.

    "HÊZÊN EREBÎ DIKARIN DI ÇARÇOVEYA HEVPEYMANIYA DIJÎ DAIŞÊ DE WERIN"

    Li gorî nûçeya erebî 21ê, Hevserokê TEV-DEMê Aldar Xelîl derbarê mijarê de wiha gotiye ku "niha gotûbêj derbarê mijarê de dewam dikin" û diyar kir ku "helwesta birêvberiya kurdî ji pêşniyara amerîkî ya şandina hêzên erebî bo Sûriyeyê, têkilîdarî wê yekê ye ka ew dewletên erebî beşek ji hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê ne û dikarin di çarçoveya wê hevpeymaniyê de werin. Ev biyar jî ya wan e."

    "HEVPEYMANÎ DÊ BIRYARÊ BIDE"

    Xelîl naveroka gotûbêjan eşkere nekir û negot bê ew hêzên erebî dê li kû bi cî bibin û yên kîjan welatî ne. Rayedarê Rojavayê wiha got: "Em bi wek keyaneke yekgirtî bi hevpeymaniyê re didin û distînin. Ew hevpeymanî dikare diyar bike bê  hêz çi ne û dê biçin kû".

    Şêwirmenda Ragihandinê ya Serokkomarê Sûriyeyê Beşar Esadî, Buseyina Şabanê bi televizyona RTyê re axiftibû û gotibû, "ew nûçeyên ketine medyayê ku Trump bang kiriye, hêzên amerîkî (yên li Sûriyeyê) bi hevpeymaniyeke erebî re biguherîne, tiştekî gelekî seyr e."

    Bi heman mijarî:

    Aldar Xelîl: 'Federalî mafê hemû pêkhateyan garantî dike'
    Aldar Xelîl: ‘Hatina heyeta Amerîkî tê wateya naskirina PYDê'
    Aldar Xelîl: Siyaseta Tirkiyeyê têk çû, Rûsya bi ser ket
    Aldar Xelîl:'Hevdîtinên me yên li Ewropayê êrenî derbas bûn'
    Aldar Xelîl bang li çapameniya cihanê kir ku serdana Minbicê bikin
    Aldar Xelîl û Asya Abdullah çûn Londonê
    Aldar Xelîl: Bila ENKS vegere Rojava û xebatên xwe bimeşîne
    Etîketan:
    YPG, TEV-DEM, DAIŞ, Buseyina Şaban, Beşar Esad, Aldar Xelîl, Eyn Îsa, Bakurê Sûriyeyê, Rojava, Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de