05:29 22 Gulan 2018
    Salih Muslim

    Muslim: Dibe ez bibirima hinek dervan da ku radestî MITê bihatima kirin

    © REUTERS / David W Cerny
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berpirsê Têkiliyên Karê Derve yê TEV-DEMê Salih Muslim got ku berî 'li Çekyayê wî derxistin pêşberî dadgehê, hat xwestin ku wî bibin hinek deveran" û girtina 6 endamên cemaetê li Kosovayê ji aliyê îstîxbarata Tirkiyeyê(MIT) ve bi bîr anî.

    Li gorî nûçeya Deutsche Welleê, Muslimî gotiye, "gava ku hatiye destserkirin, agahî dane hevalên xwe û bi wî awayî gelek tişt guherîne" û îdîa kir ku berî wî derxin pêşberî dadgehê hatibû xwestin ku wî bibin hinek deveran an jî wî radest bikin.

    Muslim di berdewamiya axiftina xwe de wiha got: "Wê çaxê ez bi tiştekî nehisiyam lê paşê min fêm kir ku tiştekî wiha heye. Jixwe gava hatim dadgehê, tiştek tine bû, jixwe ne welatiyê Tirkiyeyê me û di tawanbarkirinan de jî tiştekî eşkere tine, lewra dadgehê em hatin berdan û paşê jî doz betal bû."

    "DIBE TIRKIYE NE BI RêYÊN QANÛNÎ MIN BIBE"

    Herwiha Muslim diyar kir ku radestkirina wî bo Tirkiyeyê ji aliyê hiqûqî ve ne pêkan e û wiha dewam kir: Lê dibe ne bi rêyên qanûnî bibin. Wek çawa li Kosova û deverên din bûye. Lewra divê mirov baldar be. Berî Tirkiyeyê DAIŞê biryareke tesfiyekirinê ji bo min derxistibû. Min bihîst û bo min hat ragihandin. Ji ber van herdu sedeman divê ez baldar bim. Ya yekem, rêyên neqanûnî yên Tirkiyeyê û ya duyem komployên DAIŞê yan jî hewlên wan ên kuştinê. Gava diçim cihekî ez agahiyan didim polîsan."

    "YA HERÎ ZÊDE ÇARESERIYÊ ASTENG DIKE, TIRKIYE YE"

    Derbarê operasyona Tirkiyeyê ya li ser Efrînê jî Muslimî wiha got:Di van şe-heft salên dawî de civînên Ceneveyê çêdibin, pêvajoya Astanayê çêdibe, ev hemû gera li çareseriyê ye. Lê yê herî zêde van asteng dike, Tirkiye ye. Tirkiye ji serî de çareseriyeke siyasî naxwaze. Dibêje,'Yan dê gotina min pêk were yan jî dê çareseriyeke siyasî çênebe'. Tevahiya cîhanê ranabe û stûyê xwe li ber daxwaza Tirkiyeyê xwar nake. Bila astengnekirina çareseriyê li Efrînê dest pê bike. Gelê Sûriyeyê çareseriya xwe, tiştê dixwaze bike."

     

    Bi heman mijarî:

    ‘Dibe ji niha de Pûtîn li hemberî Tirkiyeyê dest mûeyîdeyan bike'
    ‘Amerîka di mijara Minbicê de sînor ji Tirkiyeyê re danî'
    Pipsorê rûsî ji bo santralên li Tirkiyeyê hişyarî da
    Tirkiyeyê bertek da biryara Yekîtiya Ereban a ji bo Efrînê
    Amerîka: Ji ber têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê dibe em mueyîdeyan li ser Tirkiyeyê bisepînin
    PKK: Me li sê baregehên Tirkiyeyê yên li herêma Barzanê 5 leşkerên tirk kuştin
    Etîketan:
    Civînên Cenevê, Pêvajoya Astanayê, îstîxbarata Tirkiyeyê, MIT, DAIŞ, Salih Muslim, Cenev, Astana, Çekya, Kosova, Efrîn, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de