17:39 23 Gulan 2018
    Çek

    Yekem car diziyeke bi çekan li bajarê Amûdê çêdibe

    © Sputnik / Regis Duvignau
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Xwediya malê Meleke Misûr îro sêşemê diyar kir ku xortek û du keç dora saet 10:30 sibehê hatin mala wê û wan got ku xebatkarên rêxistineke alîkariyê ne û dixwazin navê malbatê binivîsin. Piştî wê bi çekan gef lê xwarin û pereyên wê dizîn.

    Li gorî nûçeya ARTAFMê, Misûrê diyar kir ku wan hersê ciwanan ew biriye odeyekê û keçikekê demançe xistiye serê wê, devê wê girêdaye û gef lê xwarine. Misûrê got ku keçikê jê re gotiye "yan tu yê pereyan bidî me yan jî em ê te û kurê te bikujin."

    Herwiha Misûrê diyar kir ku piştî diz ji mala wê derketine, dest bi qêrînê kiriye û asayîşê jê re gotiye ku niha li wê komê digerin.

    Hîn asayîşê agahiyên zêdetir derbarê bûyerê de nedane.

    Hêjayî gotinê ye ku ev cara yekem e ku diziyeke bi çekan li bajarê Amûdê pêk tê û herwiha ev cara yekem e jî ku diz xwe wek xebatkarên rêxistinên ne-hikûmî bi nav dikin.

    Bi heman mijarî:

    Polîsê tirk ji avahiya ewlekariyê bi sedan çek dizîn û firotin
    Zeybekçi li Moskowayê bi Novak û Tkaçev re hevdîtinek pêk anî
    ‘Di erdhêja Semsûrê de 39 hemwelatî birîndar bûn e'
    Heşda Şeibî namzedê xwe yê serokwezîrtiyê eşkere kir
    Parêzgariya Kerkûkê nûçeyên vegera Pêşmerge red kirin
    Di lîsteya serokwezîrê lraqê de li Hewlêrê 8 namzedên kurd hene
    Îran: Bersiva Îsraîlê misoger e, tenê dem û cî di destê me de ye
    Etîketan:
    diziya bi çekan, Meleke Mesûr, Rojava, Amûdê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de