04:27 28 Gulan 2018
Sûriye- Şam

Endamê meclisa Lordên Brîtanyayê: BBC, li Sûriyê rastiyan nabêje

© Sputnik / Ali Hashisho
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Endamê meclisa Lordên Brîtanyayê Caroline Cox ziyareta Sûriyê kir û anî ziman ku “li Sûriyê gel piştgiriya Esad dike lê BBC rastiyan vedişêre.”

Caroline Cox nêrînên xwe yên Sûriyê bi televiziyona Russia Today (RT) re par vekir. Cox destnîşan kir ku: Rewşenbîr, hunermend û gelên Sûriyê biştkiriya Esad dikin û ji ber ku Esad wan parastiyê jê re minettar in.

Cox di axaftina xwe de anî ziman ku "saziyên çapemeniyê yên fena BBCyê rastiyên li Sûriyê vedişêrin. Nêrîna gelê Sûriyê ya di derbarê Esad de naxwaze bibînê. Di derbarê vê mijarê de BBC naxwaze rastiyê bibîne. Ji bo vê jî gelê Brîtanyayê dixwaze ku bi awayekê berbelav mijarê hîmbibe."

Caroline Cox di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku "ez dixwazim ji Brîtanya û hemû dinyayê re bibêjim ‘rica dikim bila bihêlin ku gelê Sûriyê biryara çarenûsiya xwe bidin."

Bi heman mijarî:

‘Hêzên Fransayê di êrîşa li ser Sûriye de rastê kêşeya hat’
Yûnanistanê hişyarî da Tirkiyeyê: Em ne Sûriye û Iraq in
Ryabkov: Hemû çekên kîmyevî yên Sûriye bi awayeke baldar hate îmhakirin
Sûriye: Ev êrîşa hovane binpêkirina hiqûqa navdewletî ye
Etîketan:
esad, brîtanya, bbc, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de