16:49 20 Gulan 2018
    Sivîlên Efrînê yên neçarî koçberiyê dibin

    KRE: 5 hezar malbatên ereb li herêma Efrînê hatin bicihkirin

    © AFP 2018 / GEORGE OURFALIAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Abdulhakim Günaydın
    0 03

    Berdevkê Kongreya Rizgarkirina Efrînê (KRE) Hesen Şindî ji bo bicihkirina erebên li herêma Efrînê ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re axivî.

    Berdevkê Kongreya Rizgarkirina Efrînê (KRE) Hesen Şindî di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîk Kurdistanê de got: "Xebatên me berdewam in û li herêma Cindirês, Bilbil û Mabatê xebatên avakirina meclisê qediyan. Ji bo yên mayî jî hewldan dewam dikin."

    Hesen Şindî di berdewamiya axaftina xwe de ji bo pirsa ‘Li gor çavkaniyan, ji herêmên din ê Sûriyeyê hemwelatiyên ereb tînin li Efrîn û derdorên wê bi cih dikin, heta niha çend kes hatine bicihkirin û ji bo demografî neyê guherandin hûn çi dikin' got: "Li gor lêkolîn û agahiyên berdestê me heta niha nêzîkî 5 hezar malbat, yanî di navbera 2-5 hezaran de malbatên ereb li navçe û bajarokên Efrînê hatine bicihkirin."

    Şindî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Ji bo çareserî û rêlibergirtina guherandina demografiya Efrînê bi navbeynkariya Waliyê Hatayê me bi hikûmeta Tirkiyeyê re xeberda. Du roj berê dîsa me bi Waliyê Hatayê re li ser vê mijarê xeberda, lê me ji bo çareseriyê tu encam bi dest nexist. Hê jî pirsgirêka kesên ku bajêr terikandine berdewam e."

    Hejayî gotinê ye ku Navenda Mafê Mirov a Sûriyeyê (SOHR) jî di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku digel 5 hefte bi ser kontrola bajarê Efrînê ku ji aliyê artêşa Tirkiye û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) ve derbas bûn, lê hê jî talan û yexmeya malên kurdan dewam dike.

    Bi heman mijarî:

    Medyaya Erebî: Erdogan li xwe mikur hat; bi sedan wendahiyên me li Efrînê hene
    ‘Li Efrînê talan û yexmeya malên kurdan berdewam e'
    Rûsya: Ji milîtan û malbatên wan 117 kes ji bo Efrînê hatin şandin
    Çekdarên Siltan Mûrad gelê Efrînê ji gundên wan derdixîne
    Rêveberiya Rojava encamên şerê Efrînê bi raporekê eşkere kir
    Etîketan:
    Berdevkê Kongreya Rizgarkirina Efrînê (KRE), Hesen Şindî, Efrîn, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de