16:38 20 Gulan 2018
    Putin-Esad görüşmesi

    Esad: Tekoşîna me li dijî terorîzmê wê dewam bike

    © Sputnik / Michael Klimentyev
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad li Şamê pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê hHuseyn Cabirî Ensarî û heyeta ligel kir.

    Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad di hevdîtina ligel heyeta îranî de got: "Digel êrişa Amerîka, Brîtanya, Fransa û welatên hevkar ên li herêmê wek roja yekemîn em ê tekoşîna xwe ya li hemberî terorîzmê bidomînin."

    Beşar Esad di berdewamiya axaftina xwe de got: "Êrişa van dewletên navborî wê serkeftina Sûriyeyê ya li hemberî terorîzmê têk nebe û em bi biryar in şerê terorîzmê dewam bikin. Hemû axa welat bêcudahî wê ji destê hêzên teror û hevalbendên wê werin deranîn."

    Cabirî Ensarî jî di axaftina xwe de got: "Armanca yekemîn a êrişa 14ê Nîsanê ya Amerîka, Brîtanya û Fransayê, têkbirina serkeftinên artêşa Sûriyeyê li hemberî terorîzmê bû."

    Bi heman mijarî:

    Şêwirmenda Esad: Pergala parastina Sûriyeyê ji moşekên Trump biaqiltir in
    Esad nîşaneya rûmet a Fransayê îade kir
    Esad: Me bi moşekên salên 1970yî êriş têkşikand
    NATO: Operasyona li dijî Sûriyeyê peyameke vekirî ji bo Rûsya, Esad û Îranê bû
    Esad li Şamê bi parlementerên rûsî re hevdîtinek pêk anî
    Etîketan:
    Serokê Dewleta Sûrîyeyê, Beşar Esad, Şam, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de