15:50 19 Hezîran 2018
Efrîn 24 Adar 2018

‘Artêşa tirk nahêle termên bi dehan Efrîniyan werin definkirin’

© REUTERS / Khalil Ashawi
Sûriye
Lînkê kurt
0 01

Navenda Medyayê ya Efrînê ragihand ku artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar ên ku piştgiriya wan dike, termên welatiyên kurd ên Efrînê yên rojane têne kuştin, yan jî yên di şer û bombebarana artêşa Tirkiyê de can dane, nahêlin bo axê werin spartin.

Navenda Medyaya Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand, rojane çavên welatiyên Efrînê li wan terman dikevin û bi taybet li derdora navçeya Cindirêsê, gundê Kefir Sefrê, gundên navçeya Raco û Bilbilê û leşkerê Tirkiyê nahêlin xelk wan terman kom bikin û bi xakê bispêrin.

Li gor zanyariyên jêderên herêmî bi dehan termên welatiyên Efrînê li nêzîkî rêbenda gundê Kîmarê yê çekdarên opozîsyona Sûriyê hatine kom kirin, da ku rojane xelkê Efrînê yên vedigerin wan terman bibînin û tirs bikeve dilê wan.

Hevserokatiya Desteya Cîbicîkar ya Encûmena Damezrêner a Federaliya Bakurê Sûriyê ragihandibû ku di encama operasyona Tirkiyeyê de, ji 20ê Çileya 2018an ve 501 welatiyên sivîl hatine kuştin û 797 kes jî birîndar bûne.

Bi heman mijarî:

'Divê ti lekeyek li roja bîranîna qurbaniyên qira ermenan nekeve'
Tirkiyê ji bo Salih Muslim şermezarî da Konseya Ewropayê
Serkirdeyekî siyasî yê Hûsiyan li Yemenê di êrişa esmanî ya siûdiyan de mir
Erdogan bertek ji tifaqa CHP û IYI Partiyê re nîşan da: Ev felaketeke rastîn e
Sedir: Boykotkirina hilbijartinan tê wateya radestkirina Iraqê bo dizan
Ji CNKê banga hilbijartinên Tirkiyê: Yan boykot yan referandûma serxwebûnê!
Lavrov: Bangewaziya Macron a ji aliyê DYAyê ve destwerdana Sûriyê helwestek dagirkerane ye
Etîketan:
Efrîn, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de