22:23 22 Gulan 2018
    Xûtaya Rojhilat - milîtan- tehliye

    Rûsya: Ji milîtan û malbatên wan 117 kes ji bo Efrînê hatin şandin

    © REUTERS / Omar Sanadiki
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Navenda Rûsyayê ya lihevanîna aliyên li Sûriyeyê daxuyand ku di nava rojekê de ji Kalamûna Rojhilat a li rojhilatê bakur ê Sûriyeyê zêdetirî hezar û 100 milîtan bi malbatên xwe re hatin tehliyekirin.

    Rêveberê navenda Rûsyayê ya lihevanîna aliyên Sûriyeyê Yuriy Yevtuşenko di daxuyaniya derbarê mijarê de ev tişt gotin, "Navenda lihevanîna rûsî û yekîneyên leşkerî yên rûsî, di roja 2yan de bergiriyên ewlehiyê yên zêde digirin û tehliyekirina milîtanên rêxistinên çekdarî yên deryasayî bi malbatên wan re di ser korîdora mirovahî re ji Kalamûna Rojhilat didomîne. Di nava 24 saetên borî de di ser korîdora mirovî re hezar û 156 milîtan bi malbatên wan re ji wê herêmê derketin."

    Yevtuşenko diyar kir ku ji wan milîtan û malbatên wan 117 kes bi 35 otobisan ji bo Efrînê hatin şandin û 39 kes jî neqlê kampa penaberan a li herêma Tenefê hatin kirin.

    Yevtuşenko derbirî ku di dema teliyekirinê de milîtanan gelek çek û muhîmat teslîmê rayedarên navendê kirin û ji bo wan xizmeta tenduristiyê û amûrên pêwîst ên esas tên peydakirin.

    Bi heman mijarî:

    Çekdarên Siltan Mûrad gelê Efrînê ji gundên wan derdixîne
    'Di nav 24 saetan de hezar û 500 ereb derbasî Efrînê bûne'
    Rêveberiya Rojava encamên şerê Efrînê bi raporekê eşkere kir
    Etîketan:
    Rayedarê rûsî, Yuriy Yevtuşenko, Kalamûna Rojhilat, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de