16:41 20 Gulan 2018
    PYD

    Nûnerê PYDê: Berjewendiya gelê kurd li kuderê be, em li wir in

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 40

    Berpirsê PYDê yê li Herêma Kurdistanê Silêman Ereb diyar kir ku ew ji bo Sûriyeyê federalîzmê dixwazin û got , "Em yekîtiya Sûriyeyê dixwazin lê berjewendiya gelê kurd di çi de hebe, em ligel wê ne."

    Piştî Amerîka û hevpeymanên wê êrîşa leşkerî li dijî rejîma Sûriyeyê pêk anî, hin guhertin di helwesta welatên deverê de çêbûn û pirsgirêka Sûriyeyê hîn zêde ket nava siyaset û bernameyên welatan, bi taybetî jî welatên Erebî ku amadehiya xwe nîşan da, ku dê hêza leşkerî bişîne ser Sûriyeyê, bi taybetî jî ser devera rojhilatê Çemê Firatê.

    'EM LIGEL BERJEWENDIYA GELÊ KURD IN'

    Derbarê vê mijarê de li ser helwesta Partiya Yekîtiyê ya Demokrat (PYD) nûnerê wê partiyê yê li Herêma Kurdistanê Silêman Ereb ji bo Sputnik Kurdistanê axivî û got, "Bername û helwesta me zelal e. Heta niha me dabeşkirina Sûriyeyê nexwestiye. Em dixwazin Sûriye yek welat be, lê berjewendiya gelê kurd di çi de be, em jî ligel wê ne. Em li gorî hevpeymaneke civakî yekîtiya Sûriyeyê dixwazin, ku hemû pêkhateyên neteweyî û olî di bin sîbera destûreke demokrat de beşdar bin."

    Ereb anî ziman ku PYD xwedî proja xwe ye û got, "Ew jî bi navê Federaliya Demokrat a Bakurê Sûriyeyê ye. Mînaka wê xweseriya demokratîk e, ku partiya me û gelek partiyên din ên kurdî, erebî û suryanî beşdar dibin. Em dixwazin wê xweseriyê hêş pêşda bibin, ku bibe çareseriyeke giştî ji bo kêşeya Sûriyeyê ya bi tevahî."

    'AJANDAYA ME JÎ HEYE'

    Silêman Ereb herwisa diyar kir ku ew li dijî her destwerdaneke welatekî ne û wisa berdewam kir: "Rast e, em beşek in ji wê hevpeymana ku şer li dijî DAIŞê dike. Me mirovahî parastiye û me DAIŞ di paytexta wê de şikandiye û em ê berdewam bikin. Rast e, ajandaya gelek welatan hene, lê me jî li hemberî vê yekê xwediyê bername û ajandaya xwe ne û em bi yekparçebûna xaka Sûriyeyê re ne, lê em li ser angaşta sîstema federalî û demokrasiyê ne."

    'LI SÛRIYEYÊ TI ÇARESERÎ BÊ KURDAN NABE'

    Nûnerê PYDê êrîşa Amerîka, Brîtanya û Fransayê ya li hemberî Sûriyeyê wekî peyameke ji bo Rûsya, Îran û Tirkiyeyê nirxand û ev tişt li axaftina xwe zêde kirin, "Ji wan re gotin, karê hûn li Sûriyeyê dikin, nabe û hevdîtinên Soçî û Astanayê dê werin daxistin. Rûsya û Amerîka baş dizanin ku di wan hevdîtinan de kurd tune ne û dive nûnerên kurd jî hebin. Ji ber ku li Sûriyeyê ti çareserî bêyî kurdan nabe. Herwisa berjewendiya gelê û doza rewa ya wan û demokrasiyê li kuderê be, em jî li wir in."

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Hewldanên parçekirina Sûriyeyê nayê qebûlkirin
    Li Sûriyeyê hevsenga hêzê
    Iraqê encama êrîşên xwe yên li Sûriyeyê ragihand
    Artêşa Sûriyeyê li Dumeyrê moşekên çêkirina Amerîkayê dîtin
    Etîketan:
    Nûnerê PYDê yê li Herêma Kurdistanê, Silêman Ereb, Sûriye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de