14:16 23 Gulan 2018
    Li navenda Efrînê leşkerên tirk û şêniyên bajêr

    Çekdarên Siltan Mûrad gelê Efrînê ji gundên wan derdixîne

    © REUTERS / Khalil Ashawi
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 04

    Hat ragihandin ku çekdarên rêxistina bi navê Ketîbeya Siltan Mûrad gundiyên bajarê Efrînê ji gundên wan derdixin û dest didin ser malên wan.

    Li gorî nûçeyeke Rûdawê çavkaniyekî ji herêmê ragihandiye ku roja şemiyê çekdarên girêdayî Ketîbeya Siltan Mûrad 5 malbat ji gundê wan ê bi navê Barafa derxistine.

    Li gorî nûçeyê niha ji xelkê wî gundî tenê 3 zilam mane û beriya niha jî wan çekdaran 8 malbatên din ji gundê wan derxistine.

    Wî çavkanî anî ziman ku çekdarên koma Siltan Mûradê li hemberî xelkê bi awayekî gelek xerab tevdigerin û malên wan talan dikin.

    Bi heman mijarî:

    'Di nav 24 saetan de hezar û 500 ereb derbasî Efrînê bûne'
    Rêveberiya Rojava encamên şerê Efrînê bi raporekê eşkere kir
    '130 malbatên ereb li Efrînê hatin bicihkirin'
    ‘Rûsya û Îran ji Tirkiyeyê daxwaz kirin ku hêza xwe ji Efrînê bikişîne’
    Etîketan:
    gundî, Tûgayê Siltan Mûrad, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de