18:02 21 Gulan 2018
    Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron

    Macron: Divê Amerîka, Fransa û hevalbendên wan ji bo 'Sûriyeyeke nû' li wir bimînin

    © REUTERS / Peter Dejong/Pool
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 30

    Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macronî diyar kir ku divê Amerîka, Fransa û hevalbendên wan piştî têkbirina DAIŞê li Sûriyeyê jî li wî welatî bimînin da ku rê li ber xurtbûna bandora Îranê bigirin û 'Sûriyeyê ji nû ve ava bikin.

    Macron bi Fox Newsê re axift û got ku divê piştî Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macronî diyar kir ku divê Amerîka, Fransa û hevalbendên wan piştî têkbirina DAIŞê li Sûriyeyê jî li wî welatî bimînin da ku rê li ber xurtbûna bandora Îranê bigirin û 'Sûriyeyê ji nû ve ava bikin. Serokkomarê frensÎ got, "Heta piştî bidawîbûna şerê li dijî DAIŞê jî, Amerîka, Fransa û hevalbendên me, hemû welatên li herêmê, heta Rûsya û Tirkiye jî dê roleke giring ji bo damezirandina Sûriyeyeke nû bilîzin. Lê helbet tenê gelê Sûriyeyê dê siberojê diyar bike.

    Herwiha Macronî îdîa kir ku ev welat ji Sûriyeyê derkevin, Îran dê li wî welatî xurt bibe û wiha got: "Roja em şerê DAIŞê bi dawî bikin, eger bi tevahî û heta ji aliyê siyasî ve (ji Sûriyeyê) derkevin, em ê her tiştÎ bidin rejîma Îranê û (Serokê Dewleta Sûriyeyê) Beşar Esadî û ev kes dê şerekî nû amade bikin, terorîstên nû xwedî bikin."
    Hêjayî gotinê ye ku Macronî berî niha jî gotibû ku wî serokê Amerîkayê Donald Trump qanî kiriye ku ji Sûriyeyê venekişe lê Qesra Spî ev îdîaya Macronî red kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Gotinên Macron ên derbarê Pûtîn de bû pêkenoka bikarhênerên medyaya civakî
    Macron: Ez jî bi Putin re wekhev im
    Bozdag bersiv da Macron: Ya rast çi be em wê diparêzin
    ‘Berî hevdîtina Macron bi 3 seetan Muslim ji nava heyete hat deranîn'
    Rêdûr Xelîl behsa hevdîtina bi Macron re kir
    Macron: YPG jî tê de me soza piştgiriyê da rayedarên Kurd
    Etîketan:
    qeyrana Sûriyeyê, DAIŞ, Donald Trump, Emmanuel Macron, Tirkiye, Rûsya, Amerîka, Sûriye, Fransa, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de