17:37 23 Gulan 2018
    OPCW

    OPCW: Şandeya me li Dûmayê dest bi komkirina nimûneyan kiriye

    © AFP 2018 / BAS CZERWINSKI / ANP
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova daxuyandibû ku şandeya Rêxistina Qedexekirinê ya Çekên Kîmyewî (OPCW) ji bo lêkolînkirina cihê ku dihat îdiakirin êrîşa kîmyewî lê bûye, ber bi navçeya Dûmayê bi rê ketiye. Piştî vê daxuyaniyê OPCWê ragihand ku şande ji bo lêkolînan dest bi komkirina nimûneyan kiriye.

    Mariya Zaxarova
    © Sputnik / Yevgeniy Odinokov
    Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di daxuyaniya xwe ya niviskî de 11 rojan piştî vexwendina hikûmeta Sûriyeyê çûna şandeya OPCWê ji bo Dûmayê rexne kiribû.

    Zaxarova gotibû, li cihê ku nîqaşên li ser îdiayên êrîşa kîmyewî ya 7ê Nîsanê ew qas mezin bûne û him artêşa Sûriyeyê him jî leşkerên rûsî soza parastina şandeya OPCWê daye, dernegketina vê serdanê nayê qebûlkirin.

    Herwisa Zaxarova destnîşan kiribû ku ew dipên şandeya OPCWê tiştên li Dûmayê qewimîne bi awayekî objektîg bikolîne û tavilê raporeke bêalî amade bik

    Piştî van nirxandinên Zaxarova rêveberiya OPCWê daxuyaniyek belav kir û tê de got, şandeya wan li Dûmayê dest bi lêkolîna kiriye û ji bo vê yekê nimûneyan kom dike.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Hewldanên parçekirina Sûriyeyê nayê qebûlkirin
    Ryabkov: Em nizanin ka yekpariya Sûriyeyê dê çawa were parastin
    Artêşa Sûriyeyê li Dumeyrê moşekên çêkirina Amerîkayê dîtin
    Fransa: Plana me ya destwerdaneke leşkerî li Sûriyeyê tine
    Rûsya: Şandeya OPCWê diçe Dûmayê
    Etîketan:
    nimûne, komkirin, Rêxistina Qedexekirin a Çekên Kimyewî (OPCW), Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de