20:51 20 Gulan 2018
    Li navenda Efrînê leşkerên tirk û şêniyên bajêr

    Rêveberiya Rojava encamên şerê Efrînê bi raporekê eşkere kir

    © REUTERS / Khalil Ashawi
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin birêveberiya Rojava hejmara dawî ya kuştî û birîndarên şerê li Efrînê eşkere kir.

    Li gorî nûçeya Basnewsê birêveberiya Rojava ragihandiye ku di encama êrîşa artêşa Tirkiye û çekdarên ASAyê bi ser Efrînê de, 501 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest daye û 797 welatiyên din jî birîndar bûne.

    Li gorî nûçeyê di rapora birêveberiya Rojava de hatiye diyarkirin ku 45 hezar xwendevan ji xwendina xwe dûr ketine û 48 xwendingeh di encama şer de hatine wêrankirin.

    Herwisa birêveberiya Rojava di rapora xwe de daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekîtiya Ewropa (YE) jî kiriye ku peywira xwe bi cih bîne û guhertina demografiya li Efrînê ji aliyê Tirkiyeyê û çekdarên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) ve rawestînin, ku heta niha bi sedan malbatên çekdarên Xûtaya Rojhilat li wê deverê hatine bicihkirin.

    Hêjayî gotinê ye ku artêşa Tirkiyeyê ligel çekdarên ASAyê di 20ê Rêbendana 2018an de dest bi êrîşên li ser Efrînê kiribûn û roja 18ê Adarê katibûn nav Efrînê.

    Bi heman mijarî:

    '130 malbatên ereb li Efrînê hatin bicihkirin'
    ‘Rûsya û Îran ji Tirkiyeyê daxwaz kirin ku hêza xwe ji Efrînê bikişîne’
    Leşkerekî artêşa Tirkiyeyê li Efrînê canê xwe ji dest da
    Amerîka: Pêşveçûna Tirkiyê ya li Efrînê sekinî
    80 malbatên ereb li Mabataya Efrînê hatin bicihkirin
    Etîketan:
    encam, Rojava, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de