17:06 26 Gulan 2018
HSD

HSD: operasyona li dijî DAIŞê car din dest pê dike

© REUTERS / Rodi Said
Sûriye
Lînkê kurt
0 30

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku pêşengiya wê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dike ji ber êrişên artêşa Tirkiyê bi ser Efrînê operasyona xwe ya li dijî DAIŞê rawestandibû, ragihand ku ew dê dîsa dest bi operasyona li dijî DAIŞê bikin.

Femandarê Giştî yê Herêma Başûrî Polat Can bi rêya ajansa nêzîkî YPGê eşkere kir ku li hindek gundên li rojhilatê Dêre Zorê çekdarên DAIŞê hêj hene. Herwiha li Reqa, Minbic û deverên din ên ku hatine kontrolkirin jî hicreyên ku razayî ne hêj hene û diyar kir ku operasyona wan a li dijî DAIŞê ya bi navê ‘Bagera Firatê' ku ji ber êrişên artêşa tirk ên li ser Efrînê hatibû sekinandin, wê cardin dest pê bike.

Polat Can li ser vê mijarê diyar kir ku hevdîtinên wan ên bi Hevpeymana Navdewletî ya ku pêşengiya wê Amerîka dike jî berdewam dikin û got, "Amadekariyên me yên ji bo operasyona Xezeba Firatê berdewam dikin. Em ê tevahiya Sûriyê ji DAIŞ û alîgirinê wê paqij bikin."

Bi heman mijarî:

HSD dibe bi artêşa Iraqê re operasyoneke hevpar li dar bixe
HSD: Haya me ji plana vekişandina Amerîkayê ji Sûriyeyê tune ye
HSD ji bo gotinên Trumpî: Kesî em agahdar nekirine û gotin ne zelal in
HSD: Tirkiye li Efrînê Helebceyeke nû pêk tîne
HSD: Ji ber Efrînê operasyona Dêre Zorê ya li dijî DAIŞê rawestiya
HSD: Em hêzên xwe ji Rojhilatê Firatê dişînin Efrînê
Etîketan:
Têkoşîna li dijî DAIŞê, Operasyona li dijî DAIŞê, HSD, YPG, DAIŞ, Poalt Can, Req, Dêre Zor, Minbic, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de