20:53 20 Gulan 2018
    Xûyaya Rojhilat

    SANA: Dê milîtanên li Qelemûna Rojhilat werin tehliyekirin

    © REUTERS / Omar Sanadiki
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê ragihand ku bi milîtanên li Qelemûna Rojhilat ku dikeve bakurê rojhilatê Şamê re rêkeftin pêk hatiye û li gorî wê yekê ew dê bo herêmên li ser sînorên Tirkiyê werin tehliyekirin

    Li gorî zanyariyên SANAyê tê payîn ku 3 hezar û 200 milîtan û malbatên wan ji Qelemûna Rojhilat ku 40 kîlomtreyî dikeve bakurê rojhilatê Şamê werin tehliyekirin û li deverên ser sînorên Tirkiyê ên weke Idlib û Cerblûsê bêne bicihkirin.

    Ji aliyê din ve Reutersê jî ragihand ku karwanê ewil ê milîtanan ji Qelemûna Rojhilat derketi û tevî malbatên xwe berev Ruheybayê bi rê ket.

    Piştî kontrolkirina Qelemûna Rojhilat ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve dê deverên hundir ê Sûriyê bêne dorpêçkirin û bi tenê herêma bakurê Humsê dimîne.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Ji Dûmayê milîtanên herî dawî jî hatin tehliyekirin
    Rûsya: Hemû milîtanên Feylaq el Rahman ji Xûtaya Rojhilat hatin tehliyekirin
    Rûsya: Ji Xûtaya Rojhilat nêzikî 5 hezar milîtan û malbatên wan hatin tehliyekirin
    Rûsya: Îro ji Xûtaya Rojhilat 25 hezar sivîl hatin tehliyekirin
    Rûsya: Zêdetirî 5 hezar sivîl hatin tehliyekirin
    Etîketan:
    Kontrolkirina Artêşa Sûriyê, Tehliyekirina Milîtanan, Tehliye, Artêşa Sûriyê, Reuters, SANA, Sûriye, Şam, Qelemûn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de