00:25 25 Gulan 2018
    Hesen Ehmed

    Hesen Ehmed: Baweriya Rûsya û DYAyê bi Erdogan nîne, bi tenê Tirkiyeyê bikar tînin

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Guhertinên li ser mijara Sûriyeyê piştî hin daxuyanyên serokê Amerîka dest pê kirin û hin guhertin jî di helwesta welatên deverê de ,bi taybetî Tirkiye û welatên erebî de çêkir, şîrovekarê siyasî Hesen Ehmed bo Sputnîk kurdistanê mijar şîrove kir.

    Hesen Ehmed ragihand, Amerîka û Rûsya xwestin ku li Sûriyê şerekî bi wekalet cîbicî bikin ji ber wê yekê rola Tirkiye ji hemû aliyekî bêtir e, bo nimûne Amerîka gurza leşkerî hin caran bi Îsraîlê li rejîma Esad dide û Rûsya jî xwest ku bi Tirkiyeyê hin xebatan bike, lê xaleke pir girînge ew e ku ne Amerîka û ne Rûsya bi Erdogan bawer nabin û herçiqas Efrîn di bin kontrola Tirkiyeyê de be jî Rûsya bi tevahî naxwaze Tirkiye Efrînê control bike. Ji ber vê jî em dibêjin Tirkiye nikare fêhlan li Rûsyayê bike û ji ber ku bawerî pê nine bi tenê Rûsya dixwaze dewleta Tirkiyeyê bikar bîne.

    ‘HEM AMERÎKA Û HEM JÎ RÛSYA SIYASETA DEWLETA TIRKIYEYÊ BAŞ DIZANIN'

    Hesen Ehmed got ku Amerîka jî di wê helwestê de ye ku Tirkiye bo berjewendiyên xwe bikar bîne û Erdogan jî li pêy rolek aktîfe ku wek dewletên mezin yê cîhanê çîn û Hindistan bibe dewletek xwedî karakter û li derveyî sînorê xwe bibe xwedî rolek bibiryar. Erdogan ne amadeye ku bi xwe bi aliyê Rûsyayê de û Amerîkayê têk bibe, armanca Erdogan ew e ku li Sûriyeyê şerekî navxweyî derbixe û mafan jê werbigre û wek hevalbendiya Ataturk ku ji Sovyetan re digort ez dostê wê me, cîranê we me û li ba me. Lê piştî ku di heyama Stalîn dawî li vê siyeseta Tirkiyeyê hat, di sala 1953an de Tirkiye bi temamî nêzî Amerîkayê bû û hem Amerîka û hem jî Rûsya siyaseta dewleta Tirkiyeyê baş dizanin. Hesen Ehmed, "Hemû kes dizanin ku ev gotin rast nîne, lê neçarin hisab bo gotinên Tramp bikin ji ber ku got ‘em ê Qudsê wek paytexta Îsraîlê binasîn û balyozxaneya xwe bo wê veguhêzîn û ew yek kir.

    ‘DI VEKŞÎNA AMERÎKA YA JI SÛRIYEYÊ WÊ TIRKIYE LI HEMBER DU DEWLETÊN BI HÊZ TENÊ BIMÎNE'

    Israel's Prime Minister Benjamin Netanyahu and U.S. President Donald Trump
    © REUTERS / Kobi Gideon/Courtesy of Government Press Office
    Tramp bi wê gefê dû armanc bidest xistin yek, Tirkiye gelekî tirsand ji ber ku Tirkiye gelekî pê aciz bû, ev biryara bilez ji ber ku Tirkiye ji ber hebûna Amerîka li Sûriyê dikare hindek destkeftiyan bidest bixe û hêza Tirkiye li Sûriye di hebûna Amerîka de ye û eger Amerîka vekşiya, Rûsya û Îranê ew karê bi Tirkiyeyê nîne û wê rolê jî li Sûriyeyê pê nadin û Tirkiye xwe li hember dû welatên bihêz Rûsya û Îranê li Sûriyeyê bi tena serê xwe bibîne, ligel gefa Tramp jî we dît Erdogan çewa sist bÛ û bêdeng ma û gefên wî neman û kip bû li hember Amerîka her ker bû, ji ber ku zanî heta Amerîka li Sûriyeyê bimîne Tirkiye rolekê bidest dixe, ya dûdyan jî" Amerîka hem ligel Tirkiye welatên Erebî jî tirsandin û parekî baş bidest xist û ew welatî jî neçar bûn dest ji siyaseta xwe ya ne zelal berdan.

    Bi heman mijarî:

    Esad nîşaneya rûmet a Fransayê îade kir
    Herî kêm 10 zanîngehên Tirkiyeyê têne perçekirin
    Dolar û Euro cardin ber bi jor ve tevgerdar bûn
    Li gor encamên anketan serokomar di tûra duyem de diyar dibe
    Lavrov ji Spûtnîkê re got: Pûtîn û Trump nahêlin di nava herdu welatan de şer derkeve
    Deutsche Bankê bi şaşî 35 milyar dolar şandin hisabekî din
    Etîketan:
    rolek, tirkiye, berjewendî, şer, Hesen Ehmed, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de