16:46 20 Gulan 2018
    Legion d'honneur

    Esad nîşaneya rûmet a Fransayê îade kir

    © AP Photo / Reed Saxon
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî êrişa Amerîka, Brîtanya û Fransayê ya li hemberî Sûriyeyê, Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad bêyî were xwestin nîşaneya rûmet (Legion d'honneur) a Fransayê îade kir.

    Piştî êrişa Amerîka, Brîtanya û Fransayê ya li hemberî Sûriyeyê, Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad bêyî were xwestin nîşaneya rûmet (Legion d'honneur) a Fransayê îade kir. Esad di axaftina xwe de got: "Ez nîşaneya welatê ku koleye Amerîkayê be li cem xwe nahêlim."

    Wezareta Derve ya Sûriyeyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku nîşaneya rûmetê ku di sala 2001ê de Serokomarê Fransayê Jacques Chirac dabû Serokê Dewleta Sûriyeyê hat îadekirin. Li gor daxuyaniya wezaretê nişane bi navbeynkariya Balyozxaneya Romanyayê hat îadekirin.

    ​Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku nîşaneya rûmetê ya welatekê ku piştgiriya terorîstan bike û bibe koleye wek dewleteke Amerîkayê ji bo Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad ne rûmet e.

    Li gor ajansa nûçe ya Şinhuayê, Ofîsa Çapemenî ya Esad di daxuyaniya xwe de got: "Dewra koletî û kolonyalîzmê bi dawî bû. Sûriyeyiyên ku ev 7 sal in li hemberî tekoşîna dijterorê piştgiriya artêşa Sûriyeyê dikin wê bi polîtîkayên zarokane neyên terorîzekirin."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Şêwirmenda Esad: Pergala parastina Sûriyeyê ji moşekên Trump biaqiltir in
    Lavrov: Me ti wext negotiye ku ew kesê dikare yekîtiya Sûriyeyê pêk bîne Esad e
    Esad: Me bi moşekên salên 1970yî êriş têkşikand
    NATO: Operasyona li dijî Sûriyeyê peyameke vekirî ji bo Rûsya, Esad û Îranê bû
    ‘Esad ne reviyaye Îranê û li Sûriyeyê xebatên xwe didomîne'
    Esad li Şamê bi parlementerên rûsî re hevdîtinek pêk anî
    Etîketan:
    Nîşaneya rûmetê, Serokê Dewleta Sûriyeyê, Beşar Esad, Fransa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de